Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Gelê Şîlî ji bo destûra bingehîn a nû deng da

Xwepêşandanên ku cotmeha 2019’an bi zêdekirina buhayê biletên metroyê dest pê kirin, li Şîliyê ku nifûsa xwe 18 milyon kes e veguherî serhildanek li dijî bêedaletiya civakî ya ku salên dawî zêde bû.

Piştî xwepêşandanan ku mehekê dewam kir û herî kêm 30 kesî jiyana xwe ji dest dan, muxalefetê û partiyên li desthilatdariyê li ser referandûma destûra bingehîn a nû li hev kirin.

Di referandûmê de du pirs ji hilbijêran hate kirin. Yek ji wan ji bo neguhertina destûra bingehîn a heyî bû, ya duyemîn jî ew bû ku kî wê destûra bingehîn a nû binivîsîne.

Di pirsa duyemîn de ji hilbijêran hate xwestin ku yek ji bijarteyên Asambla Neteweyî ya heyî, Asambleyeke Damezrîner a Têkel a ji nûnerên gel û Asambleyeke Damezrîner a bi temamî ji nûnerên gel pêk tê, tercîhê bikin.

Li gorî anketan, di asta ji sedî 70’î de daxwaza guhertina destûra bingehîn hatiye kirin. Her wiha ji sedî 60’î yê beşdaran xwestine ku destûra nû ya bingehîn ji aliyê asambleyeke damezrîner a ku bi temamî ji nûnerên gel ve pêk tê bê nivîsandin. SANTÎAGO 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar