Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 12 Haziran 2025

Gelê Tebqayê li dijî komkujî û dagirkeriya dewleta tirk dakete qadê

Bi sedan şêniyên gundewarên rojhilatê Tebqayê li dijî komkujî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk meşiyan. Çalakvanan destnîşan kir ku ji van komkujî û dagirkeriyê hêzên navdewletî û herêmî berpirsyarin

Bi armanca şermezarkirina komkujiya Til Rifatê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, bi sedan şêniyên bajarokên Mensûra, Henîdê, Barûdê, Sehil û Hemam li pira bajarokê Henîdê ya li rojhilatê navenda Tebqayê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de şêniyan alên HSD’ê, Meclisa Sivîl a Tebqayê, Saziya Malbatên Şehîdan û Meclisa Jinan a Sûriyeyê û bi dehan wêneyên şehîdan hildan.

Di çalakiyê de şêniyan bi dirûşman komkujî û dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê şermezar kirin. Piştre jî ji bo şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Di çalakiyê de endama Rêveberiya Meclisa Mensûrayê Hela Hemadê, li ser navê Meclisa Zagonsaz a Tebqayê cîgirê hevserokatiyê Şadî Îbrahîm û bi navê jinên gundewarên rojhilat jî Meryem Osman axivîn.

Axaftvanan civaka navneteweyî û dewletên herêmî weke berpirsyarên sûcên dewleta tirk ên li ser gelên herêmê dikir nirxandin. Axaftvanan komkujiya dewleta tirk a li Til Rifatê jî şermezar kir û anîn ziman ku ev komkujî li ber çavê cîhanê hate kirin.

‘Armanca êrîşan vejandina xeyalên osmanî ne’

Axaftvanan êrîşên dewleta tirk û çeteyên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê weke êrîşên tirsonek pênase kirin û daxuyandin ku ev hêzên dagirker dixwazin bi rêya van êrîşan, xeyalên dewleta Osmaniyan vejînin. Axaftvanan got ku gelên herêmê li dijî van planên qirêj, dê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana HSD’ê bi dawî bû. TEBQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar