Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Gelek çeteyên DAIŞ’ê teslîmî HSD’ê bûn

Şer û pevçûnên li Baxoza Jorîn berdewam in. Hat zanîn ku bi dehan çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî xwe radestî şervanên HSD’ê kirin

Qonaxa Şerê Tunekirina Terorê ku şervanên Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) di çarçoveya Pengava Bagera Cizîrê de li bajarokê Hecîn û gundewarên wê daye destpêkirin didome. Di çarçoveya qonaxê de şervanan derbên giran li çeteyan dan û gelek çete xwe radestî şervanan kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, di navbera şervanên HSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li bajarokê Baxoza Jorîn ê Dêrazorê şerekî dijwar rû da. Şervanên ku derbên giran li çeteyan dan, pêş de diçin. Çavkaniyan destnîşan kir ku bi dijwarbûna şer re gelek çeteyên biyanî xwe radestî şervanên HSD’ê kirin. Şervanên HSD`ê derbên giran li çeteyan dixin.

Tevî malbatên xwe radest dikin

Hat zanîn ku di nav çeteyên DAIŞ’ê de parçebûn çêdibin û gelek çeteyên biyanî tevî malbatên xwe, xwe radestî şervanên HSD’ê dikin. Li hêla din, şervanên HSD’ê ji bo rizgarkirina sivîlên ku ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve weke mertal tên bikaranîn, xebatên xwe berdewam dikin. DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar