Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Gelek DAIŞ’iyên ku li êrîşî ser Kampa Holê kiribûn hatin girtin

Komeke çeteyên DAIŞ'ê hêriş anîne ser beşekî Kampa Holê ya li herêma Hesekê. Li ser vê di navbeyna çeteyan û Hêzên Ewlehiya Navxwe de şer derket û gelek çete hatin girtin

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên DAIŞ’ê duh hêriş anîne ser kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê. Piştî hêrişa çeteyan Hêzên Ewlehiya Navxwe bersiv dane û şer derketiye.

Têkildarî mijarê, endamekî Rêveberiya Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Kampa Holê Îbrahîm Mihemed agahî da û wiha got: “Dema ku hêzên me erka xwe pêk dianîn çeteyan êrîş kirine.”

Îbrahîm Mihemed piştrast kir ku ji ber ku di kampê de jin û zarok hene, Hêzên Ewlehiya Navxwe bi baldarî tevdigerîn û di encamê de komek çete hatine girtin.

Koma  çeteyên DAIŞ’ê di hêrişê de bombeya RBG bi kar anîn, di encamê de zirar gihaşt 3 wesayîtên leşkerî yên Hêzên Ewlehiya Navxwe.

Hêzên Ewlehiya Navxwe xebatên xwe yên lêkolînê di beşa pêncan a kampê de berdewam dikin û li kampê û navçeya Holê bi giştî qedexe ye ku mirov derkevin derve.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar