Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Çarşamba - 23 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Gelek girtî ji ber êşkenceya PDK’ê xwe şewitand û daliqandin!

Êşkence û hovitiya li zindana Akrê ya li Başûrê Kurdistanê ne kêmî zindana Seydnaya ya li Şamê ye. Girtiyên di zindana Akreyê de mane gotin: “Li zindana Akrê hemû cûrên êşkenceyan heye, ji ber êşkenceyê gelek kesan xwe şewitand û xeniqandin. Li zindana PDK’ê hovîtî û bê exlaqî heye.”

Malbata sîxur a Barzanî çeteyên Başûrê Kurdistanê kirine cihê dagirkerî û hovîtiyê. her çiqasî zindana Seydnaya ya li Şamê bi hovîtî û êşkenceyê di rojevê de ye jî êşkence û hovîtiya li ser Kurdan dimeşîne jê ne kêmtir e. Zindana Akrê ku bi êşkenceya xwe ya di dema rejîma Baasê de dihate naskirin, weke mîrateyek ji bo PDK’ê maye. Ev girtîgeh hem niha hem jî ji beriya niha hertim bûye cihê êşkencekirina Kurdan. Du desthilat di du demên cûda de vê girtîgehê ji bo çewisandina dijberên xwe yên siyasî bikaraniye.

Girtîgehên Nugre Selman, Emne Soreke, Dubis û Akrê wek bîreweriyek tehl di hişê hemû welatiyên Herêma Kurdistanê de maye. Rejîma Baasê di van girtîgehan de kirasê reş yê kuştin û êşkenceyê li xwe kiribû. Ji bilî Girtîgeha Akrê tevayî girtîgehên din ku me navên wan rêz kirin bûne muzexane. Lê hîna li girtîgeha Akrê de êşkence dayîn bi dawî nehatiye û hertim dengên hawarê jê bilind dibin. Neyarên duh îro têde bûne sitemkar.

Zindana Akrê ya PDK’ê dibin desthilatdariya Parastinê deye, Saziya Parastinê ye girêdayî Mesrûr Barzaniye. Divê zindanê bi dehan welatparêz, gerîla û çalakvanên siyasî hatine girtin, êşkencekirin û winda kirin. Kesên ketine zindana Akrê, dibêjin, bê ku kes were dadgehkirin, divê zindanê de tên cezakirin.

PDK’ê zindana Akrê kiriye çala mirinê

Di demek ku çîrokên bi êş yên li zindana Seydnaya ya Suriyeyê bûye rojeva Başûrê Kurdistan û cîhanê, kes behsa hovitiya li zindana Akrê ya PDK’ê nake. PDK bi navê demokrasiyê, cîhanê dixapîne. Divê dosyaya xwe de emê agahiyên kesên di demên cûda de ketibûn zindana Akrê de û di salên borî de ji ajansa me re axivîbûn bînin bîra we.

Ji Deryaya Ege heta girtîgeha Akrê, çîrokek bi êş ya ciwanê bi navê Çiya Hawar e ku piştî 22 salan ji aliyê Rojnews’ê ve di sala 2020’an de hatibû weşandin. Çiya Hewar di temenê xwe yê ciwaniyê de bû, wî ji ber şerê navxweyî û siyaseta hizbên desthilatdar ên Başûr xwest here dervey welat. Ji bona wê ket ser rêya koçberiyê.

Dema ku ji Stenbolê bi rêya qayîkek dixwazin derbasî Yunanistanê bibin, di deryayê de qayîka wan noqî avê dibe. Li pêş çavên wî 28 kesên pêre bûn di avê de dixeniqin. Ew xwe rizgar dike. Piştî ku 9 rojan di yek ji nexweşxaneyên Tirkiyeyê de dimîne, dewleta Tirk wî dersinorê Tirkiyeyê dike û dişîne Başûrê Kurdistanê. Dema Çiya di deriyê Îbrahîm Xelîl re dixwaze derbasî Başûr bibe, ji aliyê PDK’ê ve tê girtin û ji bo girtîgeha Akrê tê veguhestin.

Dema mirov digihe nava bajaroka Akrê, avahiyek mezin ku hîna weke xwe maye bala mirov dikêşe ser xwe, ew avahî girtîgeha Akrê ye. Dema mirov di ser çiyayê Akrê re derbas dibe girtîgeha Akrê dikeve destê rastê. Piştî raperîna Başûrê Kurdistanê hêzên rejima Baas girtîgehê vala dikin û pêşmergeyên PDK’ê dest bi ser girtîgehê de digrin. Heta niha jî PDK vê girtîgehê weke baregehek leşkerî bikartîne.

Li gorî gotina Çiya Hawar, di navenda girtîgehê de meydanek mezin heye. Heft odeyên wê hene û hemû li beramberî hevin. Her odeyek ji van ji bo 30 kesan hatine çêkirin, lê 230 kes dixistinê.

Çiya Hawar wiha serpêhatiya êşkenceya ku salek û heşt rojan di girtîgeha Akrê de dîtî vedibêje; “Li ser sinor ji ber fikra cuda ya malbata min ez ji aliyê PDK’ê ve hatim girtin û min şandin girtîgeha Dihokê. Piştre ez ji bo girtîgeha Hewlêr, ji wir jî ji bo girtîgeha Dezgeha Parastin ya li Mesîf û herî dawiyê jî ji bo girtîgeha Akrê hatim şandin. Ez salek û heşt rojan di girtîgeha Akrê de mam.”

‘Girtîgeha Akrê ji girtîgehên Baas xirabtir bû’

Di derbarê êşkenceya li girtîgehê de jî Çiya Hawar wiha dibêje; “Girtîgeha Akrê yek ji reştirîn girîgehe. Kesên ku ji berê de li girtîgeha Ebu Xirîb, Emnî Ame, Heye Xase û Emnî Şîmal mabûn li gorî wan girtîgeha Akrê ji wan xirabtire û ji wan zêdetir êşkence lê heye.”

Çiya Hewar diyar dike ku yek ji xirabtirîn cûrên êşkenceya li girtîgeha Akrê ew bû ku, ji bo her girtiyek 20 santîm cih heye. Di dema razanê de jî divê hemû dinava hevde razaban.

Dadgeh!

Çiya di dewamê de diyarkir ku girtîgeha Akrê ji aliyê tîmek taybet a PDK’ê ve tê birêvebirin û wiha domand: “Di wê demê de berpirsê girtîgehê kesek bi navê Mihemed Emîn ku fermandarek pile bilind ê xelkê wê deverê bû. Ne tenê ez hemû girtiyên din jî ji dervey êşkenceyê me qet dadgeh bi çavên xwe nedît.”

Çiya diyar kir ew ti demê êşkenceya di nava wê girtîgehê de ji bîr nake ji berku yek ji qonaxên herî zehmet ên jiyanî wî bûn.Çiya dibêje yek ji tiştên ku ti carê ji bîra wî naçe ew bû ku berpirsên girtîgehê wek cezayek, di nava wî cihê teng û qirêjiyê de nimêj kirin li wan ferz dikirin.

Çiya Hewar wiha qala yek ji bîreweriyên wê demê dike; “Zilamek bi temen li cem me bû, du car çûbû hecê. Li gorî baweriya wî destnimêjkirin bi berdaxek av çênedibû, ji bona wê wek helwestek biryar da nimêj neke. Berpirsên girtîgehê ji ber wê çendê bi awayek hovane êşkence li wî kirin. Piştre rabû dest bi nimêjê kir, êşkencekar jî li ser serê wî rawestiyabûn. Wî jî dema dest bi nimêjê kir bi dengek bilind got, ‘Min niyete ez sê rekaet nimêj ji bo van parêzvanan bikim’ ji ber vê gotina wî parêzvanan ew birin û heta direngiya şevê êşkence li wî kirin û di wê şevê de jiyana xwe ji dest da.”

‘Bi kêf me êşkence dikirin’

Li gor gotina Çiya, hemû girtî dihatin êşkencekirin. Çiya got: “Ti demê zilm û êşkence ji wê girtîgehê xilas nedibû. Di roja destpêkê de ku min birin girtîgehê, hîn li ber deriyê girtîgehê 35 gardiyanên girtîgehê yek bi yek limin xistin ta ez gihandim nava girtîgehê de. Berpirsên girtîgehê ji êşkencekirina me keyf digirtin.”

Di derbarê cûrên êşkenceyê de jî Çiya got: “Ji bilî êşkenceya fizîkî gelek caran êşkenceya derûnî jî li me dikirin. Rojane bi saetan berê me didan dîwarek ne dihêlan em serê xwe bilivînin. Her wiha xwarinên ku didan girtiyan, ji bo mirovan ne guncaw bûn. Ger rojek xwarinek baş bidaban jî neftê dixistin nav de.”

Çiya qala çîrokek din a wê qet ji bîrê neçe kir û got; “Du holên beramberî me taybet ji bo girtiyên PKK’ê bûn. Sibehekê yek ji wan girtiyan anîn derve û heta nîvro lêdan û êşkence lêkirin. Jêxwestin ji Rêber Ocalan re bêje ‘terorîst’. Wî jî ji derveyî ‘Rêber Apo’ tiştek din nedigot. Piştre sitlek zibil anîn, çend caran lêdan valekirin û tîjekirin. Piştre ew bi xwe xistina nava sitlê de û derî lê girtin. Çend saetan di nav de ma û piştre bê hiş derxistin.

Belê ev çîroka Çiya Hawar ya di zindana Akrê de bû, ciwanê bi navê Kanî Mîran jî di sala 2020’an de, di derbarê êşkence û hovitiya li zindana Akrê de ji ajansa me re axivî bû. Kanî Mîran dema di sala 2020’an de ji me re axivibû, beriya wê 23 salan di zindana Akrê de dibin êşkenceyek giran de li ber xwe da bû.

Em çîroka ku Kanî Mîran wê demê ji mere behskirî, carek din bi were parve bikin. Kanî Mîranî got: “Ji bo têkoşîna yekparçeyiya Kurdistanê em hatin Başûrê Kurdistanê. Di sala 1997’an de ji beriya komkujiya Hewlêrê PDK’ê pêngavek ya girtinê dabû destpêkirin. PDK’ê bi awayek dostane min û çend hevalekî min bangî baregeha xwe kirin. Dema em çûn baregehê xiyanet li me kirin û êrişê ser me kirin. Em girtin, ev jî pilanek ya dewleta dagirker a Tirk bû ku bi rêya binemala Barzanî li dijî tevgera azadîxwaz a gelê Kurd dabû destpêkirin.”

Di dewama serpêhatiya xwe de Kanî Mîranî qala dema girtinê kir û wiha domand: “Destpêkê bi qasî çend mehan ez li girtîgeha asayîşa Hewlêrê de mam. Piştre min birin girtîgeha Selahedîn, bi qasî mehekê li wê derê jî mam. Piştî wê jî min şandin girtîgeha Akrê û nêzî 6 salan ez di wê girtîgehê de mam. Ti danûstandinek yasayî li gel min de nekirin û ez qet nehatim dadgehkirin. Girtina min jî eşkere nekiribûn û hevalên min jî kesê nedizanî çi bi serê min hatiye û ez li kuderê me.”

‘Êşkencekar Baasî bûn’

Di derbarê êşkenceya li girtîgehê de jî Kanî Mîranî wiha axivî; “Êşkencekarên girtîgeha Akrê heman ew kes bûn yên di dema rejima Baas’ê de êşkence li Kurdan dikirin. Berpirsê koma êşkencekaran kesê bi navê Mihemed Emîn Surçî bû, tîma wî ya êşkenceyê jî hemû xizim û kesên nêzî wî bûn. Ev kes raste rast girêdayî malbata Barzanî bûn.”

‘Êşeknceya li vir li Tirkiyeyê nîne’

Kanî Mîranî wiha pênaseya girtîgeha Akrê dike; “Girtîgeha Akrê yek ji girtîgehên herî tarî bû ku berpirsên wê jî bi awayê dijminane nêzî girtiyan dibûn. Hertim gefa radestkirina Tirkiyeyê li me dikirin. Ji bilî wê jî gelek caran endamên MÎT’a Tirk dihatin girtîgehê û diderbarê me de lêpirsîn dikirin. Me daxwaz ji wan kir ku çima me radestî Tirkiyeyê nakin, me dadgeh bikin daku em ji vê çala tarî rizgar bibin. Yek ji endamên MÎT’ê ji mere got, êşkenceya dijwar ya ku li vê derê heye, li Tirkiyeyê nîne. Ji bona wê hunê livê derê bin.”

Kanî Mîranî da zanîn çawan li Iraqê girtîgeha Ebu Xarîb heye, li Tirkiyeyê jî girtîgeha Amedê heye, li Başûrê Kurdistanê jî girtîgeha Akrê ye û got, “Rojek min li gel hevalek ku di dema darbeya 12’ê Îlonê de li Tirkiyeyê hatibû girtin û li girtîgeha Amedê de li dijî zilm û êşkenceyê li ber xwe da bû, qala girtîgeha Akrê û êşkenceya wê kir. Wî hevalî ji min re got, êşkenceya ku tu qala wê dikî me di girtîgeha Amedê de nedît. Yanî êşkenceya ku li girtîgeha Akrê de hebû, di girtîgeha Amedê de nebû.”

Têkildarî cûrên êşkenceyê jî Kanî Mîranî wiha qal kir; “Tişta ku di xeyalên mirov re derbas nabe, li wê girtîgehê dihat kirin. Bê dem û sinir li ser girtiyan êşkenceya fîzîkî û derûnî dihat kirin. Rojane bi awayek hovane bi dar û qamçiyan em dihatin êşkencekirin. Av û xwarinê ne didan me.Em bi zincîran bi tawanê girtîgehê ve dihilawistîn. Hinek car min dixistin li ser lingan û wê zincîrê bi milên min de girêdidan, tevahiya rojê min nedikarî ez rûnim.”

‘Laş şîn û reş bû’

Kanî Mîranî di dewamê de wiha qala hovîtî û êşkenceya li girtîgehê dike; “Şîşên hesin ên girtîgehê bi qasî 10 santîman jihev dûr bûn. Du kesan destên min di navre dibirin û min radikêşan digotin divê em te di nava van şîşan re derbaskin. Elektrîk li me didan, her cihê laşê min ji ber qamçî û daran reş û şîn bibûn, di qelişîn. Gelek caran cilên min ji ber xwînê bi hestiyên min ve dima û hişk dibû. Hevalên min ronê xwarinê lêdidan heya dikarin ji hev vekin.”

‘Destdirêjiya zayendî dikirin’

Kanî Mîranî diyarkir gelek caran xwişk, hevjîn û dayîkên girtiyan di anîn nava girîgehê li pêş çavên girtiyan destdirêjî li wan dikirin. Kanî wiha dirêjî bi axaftina xwe da; “Gelek caran bîdonên kolayê dianîn li pêş çavên me hemûyan ji girtiyan re digotin, ‘yan divê tu biçî dihindirê vî bîdonî de, yan jî bîdon here dihindirê te de.’ Piştre jî wisan li girtiyan dikirin. Sê zarokên temenê wan di navbera 13 ta 15 salî de jî di girtîgehê de hebûn. Gelek caran êşkencekaran destdirêjî li wan zarokan dikirin.”

‘Berxwedan’

Kanî got: “Min û sê hevalên xwe li dijî êşkence û zilmê dest bi berxwedaniyê kir. Me biryar da heta dawiyê em radest nebîn û dest ji îradeya xwe naberdîn. Malbata Barzanî li gel dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazên êşkenceyê xwestin me bê îrade bikin û em teslîm bibin. Dibin gef û êşkenceyê de dixwestin em ji Rêber Ocalan û PKK’ê re bêjin terorîstin. Hemû teklîf ji me re dikirin, digotin bes nebin PKK, hun çi dixwazin em ê ji we re bikin, em ê we berdin.”

‘Min avêtin nava çopê’

Kanî Mîranî diyarkir rojek hîn zû wî ji odeyê derxistin û bi dar û qamçiyan heta nîvro li wî xistin. Kanî got; “Ji min xwestin ku ez ji Rêber Ocalan re bêjim terorsîste. Min jî her digot Rêber Apo. Min ji ber êşkenceyê zêdtirî 20 kiloyan wendakiribû. Piştre satilek çopê anîn ku tije çop dihindirê wê de hebû. Çend carek bi min dan valekirin û piştre bi min dan tijekirin. Herî dawiyê jî ez xistim nava satilê û sera wê girtin. Ez ji ser hişê xwe çûm. Piştî çend saetek hatin min birin.”

‘Min bi wesayîtê kişandin’

Kanî Mîranî qala şevek ya li girtîgehê kir û da zanîn ew ti demê wê şevê ji bîr nake. Kanî wiha qala wê şevê kir; “Şevek direngiya şevê bû min bi zincîrek ve girêdan û birin deşta Akrê. Min li wê derê avêtin ser erdê û ji min re gotin, yan em ê te bikujin yan jî tuyê dest ji berxwedana xwe berdî, teslim bibî, xiyanetê li PKK’ê bikî û ji Ocalan re bêjî terorîste. Min dest bi girî kir, ji min re gotin tu ditirsî? min got na, ez ji ber wê çendê digrîm ku bi destê we nemerdan û xayînan werim kuştin. Ji berku ez ti demê teslim nabim. Ji ber vê gotina min gelek aciz bûn, min bi zincîrê li pey wesayîtê ve girêdan û di nava heriyê de rakêşandim.”

‘Gelek girtiyan xwe şewitdandin’

Di dawiyê de jî Kanî Mîranî got: “Girtîgeha Akrê çalek bû ji mirinê nexweştir bû, hemû rojê min dixwest ez zû bimrim. Min gelek girtiyan dît, ji ber zilm û êşkenceyê xwe di şewitandin yan jî xwe di xeniqandin. Bi rêbazên cûda dawî li jiyan xwe di anîn. Gelek kesan jî dibin êşkenceyê de qrîza dil derbas dikirin û jiyana xwe ji dest didan. Ew ne girtîgeh bû, ewder cihê zilmê û bê îradekirina mirovan bû. Du bijardeyan dixistin pêş me, yan radestbûn û kolebûn, yan jî ta mirinê êşkence.”

Belê ev çîroka bi êş ya du girtiyên ku di zindana PDK’ê ya Akrê de mabû. Îro zindana Seydnaya ya rejîma Esed bûye rojev, lê kes behsa hovitî, bê exlaqî û êşkenceya li zindanên PDK’ê de nake. Rûyê veşartî yê PDK’ê êdî ne di nava zindanan de, êdî bi eşkere tê dîtin. PDK’ê di dem û salên cûda de jî bi dehan rojnamevan, çalakvan, gerîla û rewşenbîr qetilkirin.

Tevî van çîrokên bi êş yên li zindana Akrê hatine jiyankirin, ti sazî û rêxistinek mafê mirovan neçûye nav zindanên PDK bi taybet ya Akrê. Hovitî, bê exlaqî û êşkenceya li zindana Akrê îro jî dewam dike. Medya Başûrê Kurdistanê îro bi dîmen, wêne û çîrokên bi êş, dixwaze rûyê rast yê rejîma Esed nîşan bide, lê rojek jî behsa hovitî û bê exlaqiya li zindanên PDK’ê tê kirin nake.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar