Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Gelek girtiyên li Wanê hîn nehatine dermankirin

13 girtiyên rojiya mirinê yên li girtîgehên Wanê ji ber nehîjyenbûna nexweşxaneyê û cihê tedawiyê jêrzemîna ku bê hewa, bê pace, hefnikî û pir gemare tedawî red kirin. Malbatên girtiyan jî bang li rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî kirin ku ji bo zarokên wan bikevin nava liv û tevgerê

Bi hezaran girtiyên li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbunê û rojiya mirinê de bûn, li ser banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anîbûn. Rewşa gelek çalakgeran krîtîk bû û gelek girtî piştî çalakiyê sewqî nexweşxaneyan hatin kirin. Lê li girtîgehan jî rayedarên girtîgehê girtî veneguhestin nexweşxaneyê yan jî di dema veguhestinê de binpêkirinên mezin kirin.

Yek ji girtîgehên ku rayedarên girtîgehê van binpêkirinan dikin jî girtîgehên Wanê ne. Hat zanîn ku ji girtiyên siyasî 17 jê rakirin Nexweşxaneya Herêma Wanê ya Perwerdehî û Lêkolînê û Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Sala Sedî. 13 berxwedêrên rojiya mirinê ku biribûn Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi diyar kirin ku şertên nexweşxaneyê ne baş in û ji ber ku tedawî qebûl nekirin, birin girtîgehê. Li gel ku 6 roj bihurîne jî hê jî tedawiya girtiyan nehatiye kirin.

Malbatan bang li her kesî kir

Têkildarî mijarê malbatên girtiyan ku çûbûn serdana zarokên xwe diyar kir ku ew ji ber rewşa zarokên xwe ditirsin. Malbatan bang li rêxistinên civaka sivîl kir ku bikevin nava liv û tevgerê da ku tedawiya girtiyan dest pê bike. Malbatan da zanîn ku girtiyan bi sedema nexweşxane ne bi hijyene, cihê ku lê tên dermankirin jî jêrzemîne û bê hewa, bê pace, hefnikî û pir gemarî bûye, tedawî qebûl nekirine. Malbatan xwest ku divê di zûtirin dem de zarokên wan veguhezin nexweşxaneyên baş. Malbatan herî dawî jî rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî xwestin ku pêvajoyê bişopînin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar