Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Gendelî û zextên malbata Barzanî yan dixeniqîne yan jî difetisîne!

Welatiyên Başûr ji ber gendelî, dizî û zextên PDK’ê, yan li ser rêya koçberiyê dimirin an jî bi awayekî trajedîk li ser axa xwe ku xwedî dewlemendiya sotemeniyê ye ji dûyê sobeyê jehrî dibin û dimirin...

Navenda Nûçeyan |

Li başûrê Kurdistanê ji ber gendelî, dizî, zext, îşkence, binçavkirin û girtinên ku ji aliyê PDK’ê ve pêk tên, başûrî ji axa xwe direvin û berê xwe didin derveyê welatên xwe. Heta niha bi dehan kurdên Başûr li ser rêya penaberiyê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan duh bi şev keştiyek ku zêdetirî 100 koçber tê de hebûn, dema ber bi Yewnanistanê diçû, li Deryaya Egeyê noqî avê bûye. Di keştiyê de gelek welatiyên kurd û zarok jî hene.

Hêjayî gotinê ye di 21’ê kanûnê de, Federasyona Seranserî ya Penaberên Iraq-Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li nêzî Girava Vulîgandrus a Yewnenistanê keştiyek koçberan ku 50 kes têde bûn, noqî avê bûye.

Heman rojê çalakvan Renc Pişderî jî li ser hesabê xwe yê facebookê derbarê keştiya koçberan de peyamek belav kir û diyar kir ku keştiya ku noqî avê bûye 70 koçber têde bûn û ji wan 60 kes kurd in.

Ji aliyê din ve şeva 24’ê mijdarê jî keştiyek koçberan di navbera Fransa û Brîtanyayê de noqî avê bibû. Di encamê de 31 koçberan jiyana xwe ji dest dabûn, ji van 18 kes kurd bûn.

Dayikek û 4 zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan

Başûrî ne tenê li ser rêya koçberiyê  her wiha li ser axa Başûr bi awayên cuda jî jiyana xwe ji dest didin.

Başûr ji aliyê petrol û sotemeniyê ve dewlemend e lê ji ber gendelî û diziyên malbata Barzanî welatî ji wan dewlemendiyan nikarin sûd werbigirin.

Ber destê sibê li gundê Qubkê yê navçeya Akrê ya Dihokê malbatek ku xwestine xwe germ bikin ji ber dûyê komirê jehrî bûn. Di bûyerê de dayikek tevî çar zarokên xwe ji ber dû fetisîn.

Li gor agahiyan malbat dema bi şev razane ji bo xwe germ bikin di nava teneke de agir pêxistî hiştine û ji ber vî dûyê fetisîne.

Her wiha hat gotin ku bavê zarokan jî pêşmergeye û dema bûyer pêk hatiye li ser kar bûye.

Ev her du nûçe tenê du mînak in, gelek mînakên bi vî rengî hene ku rewşa li başûrê Kurdistanê radixe ber çavan. Her wiha ev her du bûyer jî nîşan didin ku başûrî çawa di bin desthilatdariya PDK’ê de dinalin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar