Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Generalê biçûk Kalo spartin axê

Generalê biçûk ê Apê Mûsa Kalo, ji aliyê xebatkarên çapameniya azad û hezkeriyên xwe ve hat veşartin

Ji belavkarên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê ku zanayê kurd Apê Mûsa wan weke ‘generalên min ên biçûk’ bi nav  kiribû, Yilmaz Yakût (Kalo) ji ber nexweşiya pençeşêrê ku demeke dirêj bû tedawî didît, li mala xwe ya li navçeya Peyasê ya Amedê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kalo piştî wecîbeyên olî, ji aliyê hevalên xwe yên belavkar, xebatkarên çapameniya azad, endamên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), endam û rêvberên Rêxistina HDP’ê ya Amedê û gelek kesan ve li beşa yekemîn a Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê hat veşartin.

Piştî karên veşartinê ji bo Yakût rêz hat girtin û Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axaftinek kir û ev tişt got: “Di salên 1990’î de ku ji îşlikê ji agir bûn Kalo kedeke mezin da, gelek hevalên wî di van salan de bi awayekî faîlê wan ne diyar hatin kuştin. Tevî hemû zextan jî li her kuçeyên Amedê rojname belav kirin. Ji bo gihandina heqîqetê ya civakê Kalo gelek ked da. Kalo tu demê ji rastiyan tawîz neda û heta van rojan hat. Tu demê dev ji têkoşîna xwe berneda. Em tev şahidê têkoşîna Kalo ne. Ji ber ku me wî winda kir gelek xemgîn in. Lê em pê serbilind in. Em careke din soz didin Yilmaz û şehîdên çapameniyê; em ê vê têkoşînê bi biryardarî bidomînin.”

Piştî merasîmê dia hatin kirin.

Piştî merasîmê malbata Yakût li Mala Sersaxiyê ya Şaklat a li Dîclekentê serdanên sersaxiyê qebûl dike. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar