Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 16 Haziran 2025

‘Ger daxwaz pêk neyên ez ê jî dest bi grevê bikim’

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasiyi yên li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind Tîpa F a Wanê dimînin, ket roja 3’yemîn. Girtiyên ji komên 6-7 kesan pêk tên, bi awayekê dorveger ji bo 10 rojan dest bi grevê kiribûn. Girtî dixwazin pêkanîn û polîtîkayên di dema Rewşa Awarte (OHAL) de dest pêkirin û hîna jî dewam dikin, bi dawî bibin.

Daxwazên girtiyan wiha ne: “Divê tecrîd û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî bi dawî bibin. Têlên li ser diwarên hewşa qawişan bên rakirin. Lêgerînên keyfî yên di hevîdîtinên girtî û vekirî bi dawî bibin. Radyoyên di dema OHAL’ê de hatibûn komkirin, paşve bên dayîn. Saetek din, dema hewadarkirina girtiyên cezayê muebata giran li wan hatiye birîn, bê zêdekirin û hwd.”

Yek ji girtiyên ketin greva birçîbûnê Mert Ekîncî yê berî 4 salan li navçeya Seray Wanê hat girtin û 570 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn e.

Dayika Mert Ekîncî Şefîka Ekîncî, bal kişand ser rewşa kurê xwe û wiha axivî: “Ez çûm hevdîtina wî. Ji min re got dest bi greva birçîbûnê kiriye. Kurê min û girtiyên din dibin zextek mezin de ne.”

‘Ez ê jî dest bi grevê bikim’

Ekîncî şert û mercên xirab ên girtîgehê bi bîr xist û wiha got: “Şert û mercên girtîgehê her ku diçe girantir dibe. Ger daxwazên kurê min û girtiyan nayin bi cih anîn, ez ê biçim ber girtîgehê û dest bi greva birçîbûnê bike. Ez dixwazim şert û mercên kurê min û hevalên wî baş bikin. Kurê min hîna zarok bû li hemberî zilmê serî netewand û niha jî ji ber ku serî natewîne rastî zilmê tê. Kurê min ji gardiyenan zilmê dibîne, em li derve rastî zilmê tên. Gardiyen heqaretê li girtiyan dikin û îşkenceyê bi wan dikin. Girtiyên li wê derê hemû zarokên min in. Ez  dixwazim ku daxwên wan tavilê bê qebûlkirin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar