Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...
Perşembe - 20 Şubat 2025

Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Ger HSD nûnertiya Kurdan nake, Hewlêr jî nake!

Li Şamê piştî ketina rejîma Baas û hatina HTŞ bi serkêşiya Ebû Mohemed El-Colanî, her kes bi baldarî dişopîne ka rewşa Sûriyeyê ber bi ku ve diçe. Li başûrê Sûriyeyê hêzên Îsraîl di nava axa Sûriyeyê de belav bûne û li bakur jî dewleta Tirk dagirkeriya xwe zêde dike. Her wiha di vê navberê de zêdetirî 150 hezar Efrînî ji Şehbayê ber bi herêmên rojhilatê Firatê de hatin koçberkirin û heta van Efrîniyan xwe gihand Tebqayê, çeteyên dewleta Tirk gelek welatparêzên Kurd girtin û revandin. Berê bi destê DAIŞ xwest li Kobanê dawiyê li Kurdan bîne lê çeteyên wan têk çûn, vê carê bi xwe kete Efrînê û ew dever dagirkir û xelkê wê koçber kir. Her wiha Serêkaniyê û Girê Spî jî hatin dagirkirin û heman komkujiyên li Efrînê li wir jî pêk hatin. Ev hemû jî bi rêxweşkirina rêveberiya Hewlêrê pêk hat ku nûnerên wan ên Sûriye ENKS’ê ji dewleta Tirk re digotin herin bavo bila ev dever ji PYD’ê (Kurdan) rizgar bibin. Dewleta Tirk jî ji civaka navdewletî re digot ha vaye binêrin, Kurd li gel min in ku bikevim Efrînê û Serêkaniyê.

Em werin rewşa niha li holê ye ku dewleta Tirk li aliyekî bi riya çeteyan li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozakê êriş dike û ji Şamê û Îstenbolê jî def û zirneyên xwe li ser ragihandinê xistine dewrê û jeir ji devê wan dibare. Ev kes an Îxwanî an Baasî yên Sûrî ne an jî zilamên AKP’ê ne ku yek çîrok ji wan re hatiye nivîsîn û tenê ew dixwînin. Li ser hemû Ekranên TV ên Erebî, bang dikin ku divê şerê HSD’ê were kirin, divê çek ji destê wan were derxistin, ew temsîla Kurdan nakin. Niha heman çîrok rejîma Baas jî digot û dewleta Tirk jî dubare dikir, lê piştî rejîm ruxiya, dewleta Tirk didomîne û yên hatin şûna rejîmê rûniştin dûbare gotinên wan dibêjin. Dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan dibêje ku pirsgirêka me û Kurdan tune, ew birayên me ne lê PKK, DEM Partî, YNK, YPG û HSD’ê dijminê me ne û divê em wan ji Holê rakin. Çend zilamên li Şamê ku kirê hatine girtin, heman gotinan bi wan jî didin axaftin.

Mirov fêm dike ku ev dewleta Tirk e dixwaze qira Kurdan bîne û yên din jî Baas’î ne û mêjiyê şofînî serwere û yên din Îxwanî ne û ji bilî xwe kesî qebûl nakin, lê ya sosret dîsa ji Hewlêrê hat. Mesrûr Barzanî li ser TV El-Erebiye ya Erebistana Siudiyê dibêje ku HSD’ê nûnertiya hemû Kurdan nake. Hîne nîqaşa vê yekê di nava Kurdan de dihat kirin ku çima Mesrûr Barzanî di demeke wiha de, hewla yekrêziya mala Kurdî tê kirin, daxuyaniyeke wiha dide, şandeyeke ENKS’ê li Şamê li gel qaşo komîteya danûstandinên Niştîmanî ya Sûriyeyê wêneyeke xwe belav kir. Ev komîteya bi çavdêrî û erêkirina gurûpa MÎT’ê ya li koşka serokatiyê ya Şamê hatiye avakirin ku berî çend rojan dema ji hat pirsîn ka wê kî temsîla Kurdan bike, eşkere gotin ku HSD’ê temsîle Kurdan nake û lewma em ti aliyên rêxistinî ji bakurê Sûriyeyê venaxînin. Piştî zext di aliyê ragihandinê de û di navnetewî de jî hat kirin ku girînge hêzên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di nava pêvajoyê de cih bigrin, wêneya van zilaman bi endamekî vê komîteyê re belav bû û weke bibêjin ha vaye binêri, em bi Kurdan re jî rûdinên.

Gelo ev nûnetên ENKS bêyî agahiya serokê PDK’ê Mesûd Berzanî çûne Şamê? Daxuyaniya Mesrûr Barzanî ku HSD’ê nûnertiya Kurdan nake rê vekirin bû ku bibêjin vaye ENKS’ê nûnerê Kurdan e ? Dema Nêçirvan Barzanî dibêje em jî dixwazin herin Şamê, dixwaze bi van kesan here Şamê?

Ger Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî agahiya wî ji van kesan tune, em bi hêvî ne ku tune be jî, bila daxuyaniyekê bide û bibêje ev kes ne wî şandine. Ger nebe, wê demê mirov fêm dike ku dixwazin bi vê yekê zextê li Rêveberiya Xweser û fermandarê HSD’ê Mezlûm Ebdî bikin û bibêjin ger hûn şertên ENKS qebûl nekin, em ê wan li ser navê Kurd bişînin Şamê. Lê divê bersiva Mesrûr Barzanî jî bi van hevokan were dayîn: Ger HSD’ê nûnertiya Kurdan nake, Hewlêr jî ne Kurd e.

Nûçeyên Têkildar