Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Ger jin biguhere dê pê re civak jî biguhere’

Namzeta HDP’ê ya Çewlîgê Senem Çakas diyar kir ku ger bê hilbijartin ewil ji bo jinan projeyên wan hene û anî ziman ku ger jin biguhere dê malbat biguhere, ger malbat biguhere dê civak biguhere

Li Çewlîgê di serî de HDP, hemû partiyên din ji bo hilbijartina herêmî xwe amade dikin. Namzetên HDP’ê yên hevşaredariyê ya Çewlîgê Senem Çakas û Hişyar Ozsoy e.

Senem Çakas di 1988’an de li Dara Hênê ya Çewlîgê hatiye dinê û beşek mezin a jiyana xwe li Edeneyê derbas kiriye.  Li Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê Beşa Îşletme ya Fakulteya Zanistên Îdarî û Îktîsadî qedand. Di Yekîneya Karên Îdarî ya fîrmayek navneteweyî ya li Edeneyê de wek pispor xebitî. Di 2014’an de  li Edene û Çewlîgê di Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK)  û Meclisa Jinan de cih girt.

‘HDP ji bo xurtbûna jinan dixebite’

Têkildarî namzetbûna xwe ya HDP’ê Çakas diyar kir ku ew ji ber xeta mor a HDP’ê bûye namzet û wiha got: “Ez li Çewlîgê mezin bûm. Min dibistana navîn û lîseyê li Edeneyê temam kir. Zanîngeha li Hatayê qedand.  Ez ketim ezmûnan. Ezmûna nivîskî min derbas kir lê mulakat derbas nedikir. Ez zewicîm û hatim Çewlîgê. Keçek min heye. HDP nirxê dide jinan. Ji ber vê min HDP tercih kir. Ji bo xurtbûna jinan pêşî vedike.”

Dê ji bo jinan qadên îstîsdamê bên afirandin

Çakas destnîşan kir ku dema bên hilbijartin dê destpêkê ji bo jinan qadên îstîhdamê biafirînin û got ku Çewlîgê malbat û derdor jinan piranî berê wan didin qadên cemawerî û wiha domand: “Divê jin ne tenê di qada cemawerî di her qadê de bên dîtin. Li gorî jîrbûna wan qadên îstîhdamê bên afirandin ku ew jî cih bigirin. Hedefa me ev e. Em naxwazin jin di atolyeyên konfeksiyon, navendên bangê û reyonên marketan de heps bibin. Niha Sûka Kedê ya Jinan heye lê ew çar dîwar e. Ji bo wir butçeyek baş nehatiye veqetandin.  A hatiye veqetandin jî ji bo rantê hatiye veqetandin. Em ê girêdayê midûriyetên polîtîkayên jinan, baskê projeya jinan ava bikin.”

Pirsgirêka herî mezin jin dijîn

Her wiha Çakas da zanîn ku yek jê pirsgirêkên herî mezin a Çewlîgê çanda qehweyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mêr ji ber betaliyê diçin qehweyan. Havîn û biharê ev qehwe heta peyarêyan diçe. Jin nikarin ji wir derbas bibin. Li Çewlîgê pirsgirêka veguhestinê ya jinan jî heye. Jinên xwedî zarok carna ji ber qerta wan tune ji otobusê tên derxistin. Mixabin derfetê hemû kesî ne wekhev e. 4 sal e ez li Çewlîgê dijîm. Jin dikarin siyasetê bikin, dikarin bixebitin jî. Ger em dest bidin hev em ê bikaribim vê bikin. Em dixwazin sînoran rakin. Ger jin biguhere malbat diguhere, malbat biguhere civak diguhere.” ÇEWLÎG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar