Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

‘Ger PKK ne li Qendîlê bûya dê ew der bibûya Tora Bora’

Parlamenterê Tevgera Goran ê Iraqê Dr. Yusif Mehmûd ragihand ku ger li Qendîlê PKK nebûna, yan ji komek terorîst a radîkal lê bûya, wê mîna Çiyayê Torabora yê Afganistanê bûya û wiha got: “Ji bo êrîşkirina aliyek din ên Kurdistanê bila tu kes nebe parêzvanê welatên cîran.”

Komîteya Dayikên Laçik Spî li parka Dayik a bajarê Silêmaniyê piştî ku derbarê dagirkeriya dewleta tirk de daxuyaniyek dan çapemeniyê, çûn serdana Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya Silêmaniyê.

Parlamenterê Tevgera Goran yê Iraqê Dr. Yusif Mehmûd pêşwazî li şandeya dayikan kir û wiha got: “Hemû dizanin armanca êrîşên dewleta tirk gelek ji vê mezintir e. Bi bawerî ger gerîlayên PKK’ê li wan herêman nebin jî wê her êrîşên Tirkiyeyê berdewam bike. Eger li Qendîlê hêzek bi berpirsyar nebûya, yan komek terorîst a radîkal tê de bûya wê mîna Çiyayê Torabora yê Afganistanê bûya û dê kontrolkirina wê zehmet bûya. Wê ji bo Iraq, Tirkiye, Îran û herêmê bibûya pirsgirêkeke mezin.”

Her wiha Dr. Yusif herî dawî wiha got: “Em dengê xwe li ser dengê dayikên aştiyê zêde bikin. Weke komên cuda yên Parlamentoya Iraqê, daxwazê ji PDK û PKK’ê dikin ku pirsgirêkên xwe bi aştiyê çareser bikin. Bila kes nebe parêzvanên welatên cîran ku êrîşî aliyê din bike.”

Şerê Tora Bora

Di çarçoveya Şerê Afganistanê ya 6-17’ê Kanûnê de, li herêma çiyayî ya Tora Bora ya bajarê Nangarhara Afganistanê şereke pêk hatibû. Bi hinceta ku lîderê El-Kaîdeyê Usame bin Ladîn di wan şikeftan de xwe veşartiye, Amerîka, Brîtanya, Almanya û hêzên Tifaqa Bakur li wê herêmê êrîşek pêk anîbûn. Lê tevî hemû êrîşan jî Usame bin Ladîn nehatibû girtin. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar