Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 31 Temmuz 2025

Gergerlîoglu dê çalakiya xwe li navenda HDP’ê bidomîne

Parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglu ku parlamenteriya wî hat betalkirin, bi daxwaza betalkirina biryarê serî li Dadgeha Makeqanûnê da. Her wiha Gergerlîoglu dê çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ li navenda HDP’ê bidomîne

Navenda Nûçeyan |

Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu ku parlamenteriya wî hat betalkirin, bi daxwaza betalkirina biryara der barê betalkirina parlamenteriya xwe de, serî li Dandegeha Makeqanûnê (AYM) da. Her wiha Gergerlîoglû dê çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ li Navenda Giştî ya HDP’ê bidomîne.

Beriya serlêdanê Omer Farûk Gergerlîoglu, bi beşdariya Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglû û parêzerên xwe li Parqa Ahlatlibel a li hemberî AYM’ê daxuyanî da.

Gergerlîoglu di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku bi lîstikan parlamenteriya wî hatiye betalkirin û xwest ku her kes vê neheqiya li hemberî wî bibîne û ji bo neparastina vîna gel banga îstifakirinê li serokê meclisê Mûstafa Şentop kir.

Ji bo serlêdanê Gergerlîoglu anî ziman ku ew li benda biryareke adilane ne û mafê xwe ji AYM’ê dixwaze.

Her wiha hat ragihandin ku çalakiya nobeda “Edalet”ê ya HDP’ê ya li meclisê hatibû destpêkirin, wê li Navenda Giştî ya HDP’ê bidome. Di çarçoveya çalakiya nobedê de, wê her roj saet di navbera 10:00-17:00’an de kesên bixwazin dikaribin serdana navendê bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar