Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo têkildarî çalakiya li hemberî baregeha dewleta Tirk a dagirker de daxuyanî da. Di daxuyaniyê ev tişt hatin parvekirin:
“6’ê Sibata 2025’an di saet 17.00’an de li Başûrê Kurdistanê li dijî baregeha Bamernê ya artêşa Tirk a dagirker, bi fuzeyê çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de konteynira ku leşkerên dagirker bi armanca isterehetê bi kar dianîn, hate hedefgirtin. Lê belê derbarê mirî û birîndarên dagirkeran de agahiyên şênber nehatin bidestxistin.
Ev çalakî ji bo bersivdayîna komkujiyên nemerdane yên ku di demên dawî de li Kurdistanê li dijî welatiyên bêguneh hatine kirin, hate lidarxistin.”