Yek ji fermandarên pêşeng ê PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di 25’ê cotmeha 1892’yan deli dijî dagirkerên tirk û xiyanetkarên PDK’ê şerê bêhempa dimeşîne û şehîd dibe. Gerîlayên YJA Starê Sozdar Amara û Zîlan Kobanê bi wesîleya salvegera şehîd axivîn.
Gerîlaya YJA Starê Sozdar Amara di şexsê şehîd Bêrîtan de şehîdên têkoşîna azadiyê hemû bi bîr anî û got, “Şehîd Bêrîtan li dijî xiyanetkaran û mejiyê desthilatdariyê têkoşîneke bêhempa meşand. Ji bo doza azadiyê canê xwe feda kir. Bi hezaran gerîlayên ku li ser xeta berxwedanê ya Bêrîtan meşiyan, ji bo Kurdistaneke azad şer kirin û şehîd bûn. Îro hîn jî bi ruhê Bêrîtan li heman çeperan li dijî dijmin şer dikin.
Dewleta tirk a dagirker bi êrîşan dixwaze îradeya me bişikîne. Sekna me, têkoşîna me û berxwedana me van êrîşan hemûyan têk dibe. Gerîla yên jin ji bo azadiya gelê xwe, ji bo jiyaneke bi rûmet xwe feda dikin. Ev hemû jî encama ked û têkoşîna şehîd Bêrîtan e. Niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke mezin heye. Gerîla li dijî dijmin li çeperan bi coş û moraleke mezin şer dikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê dewam bikin.
Di vê demê de li gel rol û mîsyona jinan wezîfeya dikeve ser milê me jî gelekî girîng e. Haya me ji vê heye. Ji ber vê jî di nava jiyanê û şer de ji bo biserxistina armanca xwe em di nava hewldaneke mezin de ne. Li tunelên şer li dijî her cûre teknîkê û çekên kîmyewî berxwedaneke bêhempa heye. Eger dewleta tirk di vê astê de bi rengekî hovane êrîş dike, ev yek nîşan dide ku li hemberî gerîla serketî nîne.”
Gerîlaya YJA Starê Zîlan Kobanê jî diyar kir ku şehîd Bêrîtan li dijî xayinên noker têkoşiya û got, “Xeta berxwedanê ya ku şehîd Bêrîtan afirand serhildana li dijî xiyanetkaran e. Weke gerîlayên YJA Starê em jî bi vê hêzê li çeperan li dijî dijmin şer dikin. Weke jinekê em serbilind in ku hevala Bêrîtan ji xwe re dikin esas û li ser xeta wê dimeşin. Gelek hevalên dan ser şopa hevala Bêrîtan çalakiyên fedaî kirin. Ji bo me girîng e ku em xeta şehîd Bêrîtan ji xwe re bikin esas û xwedî lê derkevin. Îro jin li her qadê têdikoşin. Ev gelekî girîng e. Ji niha û pê ve armanca me pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”