Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Gerîla TV dîmenê çalakiya ku 30 leşker hatibûn kuştin weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya 25’ê cotmehê ya li dijî girên Konferans û Sîser ên herêma Heftanînê weşand. HPG’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku bi wesîleya salvegera şehîdbûna Şehîd Bêrîtan çalakî hat lidarxistin û di çalakiyê de herî kêm 30 leşker hatin kuştin

Gerîla TV dîmenê çalakiya 25’ê cotmehê ya li herêma Heftanînê weşand ku tê de herî kêm 30 leşker hatibûn kuştin, weşand. Têkildarî mijarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî agahî dan.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di 23’yê tebaxê de artêşa TC’ê ya dagirker li ser herêma Heftanînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşeke dagirker daye destpêkirin û hêzên me li dijî vê dagirkeriyê, berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Ji destpêka tevgera dagirker û vir ve hêzen me derbên giran li artêşa TC’ê ya dagirker dane û bi Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê ve berxwedana dîrokî hatiye asteke bilind.

Bi wesîleya salvegera şehîdbûna hevrê Şehîd Bêrîtan bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê, di 25’ê cotmehê saet 14.00’an de li ser Girê Konferansê û Sîserê ku artêşa TC’ê ya dagirker lê bi cih bûbûn, ji 8 baskan ve operasyoneke şoreşgerî hate kirin. Kozik û stargehên dijmin ên li Girê Konferansê û Sîserê ketine ber guleyên hêzên me û bi giyanekî mezin ê çalakiyê ketine nav kozikên dijmin.

Hêzên me ketine nav kozik û starayên ku dijmin lê bûn. Di çalakiyê de 7 kozikên dijmin ên li Girê Konferansê û 2 stare hatine rûxandin, li Girê Sîserê jî stargeheke dijmin bi temamî hate rûxandin. Hêzên me di operasyona şoreşgerî de yek bi yek hêzên dijmin rûxandine. Di çalakiyê de herî kêm 30 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî van çalakiyan, artêşa TC’ê ya dagirker qad daye ber obûs, hawan û çekên giran.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar