Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Gerîla TV dîmenê operasyona şoreşgerî weşand!

Gerîla TV bi 70 deqeyî dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêraluk weşand. Di dîmen de tê dîtin, ku gerîla yek bi yek dikevin nava çeperên leşkeran û îmha dikin. Di operasyonê de 61 dagirker hatin cezakirin, gerîla çûn ser 20 cenazeyan.

Gerîlayên azadiyê bi van demên dawî de bi operasyonên şoreşgerî derbên giran li dewleta tirk a dagirker xistin. Gerîla TV dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêraluk weşand ku 12’ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hate lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyona şoreşgerî ev agahî dabû:

Di operasyona şoreşgerî de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 61 leşkerên tirk ên dagirker ceza kirin, gerîla çûn ser 20 cenazeyan.

Hêzên gerîla 6 qadên jiyanê yên dagirkeran, 3 konteynir, 11 çeper, 2 cihên lojîstîkê, cihekî cepxaneyê, pergaleke ragihandinê, jeneratorek, pergaleke radarê, kamereyeke mobesse ya normal, kamereyeke mobesse ya termalê, 2 çekên A4, 2 çekên bombeavêj ên bi zincîr ên mezin û 8 telefonên wan dan ber agir û îmha kirin.

7 çekên ferdî MPT-55, 250 guleyên çeka MPT-55, 4 çekên bombeavêj ên bi tambur, çekek bombeavêj a yekî, 2 çekên nîv otomatîk BKC, 200 guleyên çeka nîv otomatîk a BKC, 5 durbunên termal, 7 durbunên şevê, 2 lazerên çekan, 5 durbunên çekan, amûreke ku çekê nuqte dike, 2 cîhazên ragihandinê û bataryayek yedek, 2 amûrên ronîkirinê, 2 kêr, 3 bombeyên sîs, 5 pîlên durbuna termal, 3 yelekên zirxa êrîşkirinê, 2 parkên leşkerî û 2 berguhk hatin desteserkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar