Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Gerîlaya behdînî: Divê Behdînan rabe ser pêyan

Gerîlaya YJA Starê Rûken Dilgeş bang li xelkê Behdînanê bi taybetî jî eşîra Zêbariya kir ku dîlgirtinê qebûl nekin û li ber dijmin rabin

Gerîlaya YJA Starê ya behdînî Rûken Dilgeş destnîşan kir ku gel û gerîla bi hev re têbikoşe dê teqez bi ser bikevin.

Gerîlaya YJA Starê Rûken Dilgeş ku 13 sal in gerîlatiyê dike, ji Ajansa ANF’ê re axivî.

Rûken Dilgeş anî ziman ku artêşa tirk piştî Heftanîn, Xakurkê û Garê êrîşeke berfireh li ser Avaşîn, Zap û Metînayê daye destpêkirin û destnîşan kir ku bi berxwedaneke mezin bersiv ji her êrîşê re tê dayîn.

‘Em bi canê xwe li ber xwe didin’

Rûken got ku ew ji bo gelê xwe li wir in, bi canê xwe li ber xwe didin û bal kişand ser êrîşên artêşa tirk ên dûrî ji pîvanên şer.

Rûken Dilgeş destnîşan kir ku artêşa tirk tevî bikaranîna çekên kîmyewî bi rengekî hovane êrîşan dike lê tevî vê jî nikare berxwedanê bişikîne û wiha domand: “Her hevaleke/î me berdêla 30 leşkerên tirk e. Serketin bi berxwedaneke mezin tê bidestxistin. Em çiqasî qala vê berxwedanê bikin jî têrê nake.”

Bang li xelkê Behdînanê kir

Her wiha gerîlaya YJA Starê Rûken Dilgeş anî ziman ku ew dixwaze bi taybetî bang li xelkê Behdînanê bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê me yê li Behdînanê divê rabe ser pêyan û dîlgirtinê qebûl neke. Ez zanim ku zexteke mezin li ser xelkê me yê li Behdînanê heye lê belê divê xwe bêçare nebîne. Bi taybetî eşîra Zêbarî divê vê zext û dîlgirtinê qebûl neke. Eger gel û gerîla bibe yek wê serketin misoger be.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar