Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Gerîlayan bi hawanan li tûgaya Çelê dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta tirk a dagirker daxuyaniyeke niviskî da

Navenda Nûçeyan

Gerîlayên HPG/YJA Starê 17’ê sibatê bi hawanan li leşkerên tirk ên li tûgaya Çelê dan. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta tirk a dagirker daxuyaniyeke niviskî da.

HPG’ê ev agahî par ve kirin:

”17’ê sibatê saet 15:00’an li dijî tûgaya li Çelê ya Colemergê ya artêşa tirk a dagirker hêzên me çalakî kirine. Di vê çalakiyê de hêzên me bi rokêtên hawanan li dagirkerên li tûgaya Çelê dane. Di encama çalakiyê de ji dagirkeran çend hatine cezakirin û çend birîndar bûne zelal nebûye.

Qadên Parastinê yên Medyayê ji hêla balafirên şer ên artêşa tirk ve hatine bombekirin. Bombebaranên ku hatine kirin wiha ne;

16’ê sibatê saet 15:10’an geliyê Konferansê yê bi ser herêma Avaşînê ve hatiye bombekirin.

16’ê sibatê saet di navbera 14:20 û 15:40’î de bejahiya Amediyê ya Duhokê bi balafirên şer hatiye bomekirin.

18’ê sibatê saet 14:30’an Girê Colemergê yê herêma Metîna bi balafirên şer hatiye bombekirin.

18’ê sibatê saet 15:30’an geliyê Konferansê yê herêma Avaşînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di van êrîşên hewayî de tu ziyan nehatiye ser hêzên me.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar