Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Gerîlayan li Wanê li kontrayan xist

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li ser rêya di navbera taxên Metmanis û Taxa Jor a Westanê li komeke kontra xist û 4 kontra birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên wan di roja 18’ê hezîranê saet di 00:10’an de rêya di navbera taxên Metmanis û Taxa Jor a Westan a Wanê ji trafîkê re girt. HPG’ê diyar kir ku hêzên wan têkildarî pêvajoyê gel agahdar kir û nasname kontrol kirin.

HPG’ê da zanîn ku piştî vê çalakiyê, saet derdora 02:00’an de yekîneyên kontra yên girêdayî artêşa tirk xwestin êrîşî herêma çalakiyê bikin. HPG’ê di berdewamê de jî ev agahî dan: “Hêzên me li dijî vê yekîneya kontra çalakiya sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de 4 kontra birîndar bûn. Piştî çalakiyê hêzên dagirker li herêmê dest bi operasyonê kir û bi ser hinek malên li herêmê de girt û zext li gel kirin. Yekîneya me ku çalakî pêk anî, bi silametî gihişte baregeha xwe.”

Êrîşên hewayî

Herî dawî jî HPG’ê ev agahî parve kirin: “Artêşa tirk di 22’yê hezîranê saet di 08:00’an de geliyê Şehîd Delîla û Qesrokê ya herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Di vê bombebaranê de tiştek bi hêzên me nebû.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar