Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Pazar - 15 Haziran 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Gerîlayan li Xakûrkê, Qers û Çelê li dagirkeran da

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Xakûrkê, Çelê û Qersê li dijî leşkerên tirk çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de bi qasî hatine tespîtkirin efser jî di nav de 5 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî operasyona dagirkeriya dewleta tirk a ku li Xakûrkê didome roja 30’ê gulanê saet di navbera 11.00 û 12.00’an de çalaki li dar xistine û wiha got: “Hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Botan bicih bûbûn çalakiya sabotajê lidar xist. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndaren xwe ji herêmê rakir. Her wiha di daxuyaniya 2’yê hezîranê de me ragihandibû ku roja 1’ê hezîranê hêzên me li Girê Şehîd Derwêş li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyek lidarxistibû û di çalakiyê de 9 leşker hatibûn kuştin û gelek leşker jî birîndar bûbûn. Di vê çalakiyê de hevreyên me Brûsk û Mizgîn bi fedayî li gel dagirkeran şer kirin û bi giranî birîndar bûn. Tevî hemû mudaxleyan hevreyên me nehatin rizgarkirin û roja 2’yê Hezîranê şehîd bûn. Nasnameyên hevreyên me ku li Xakûrê tevî hemû teknîka di destê dijmin de navê xwe di berxwedana dîrokî de nivîsandin wê piştre bi raya giştî re were parve kirin.”

Gelek leşker hatin kuştin

Di berdewamê de HPG’ê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya pêngava şoreşgerî de yekîneyekÎ artêşa tirk ku ewlehiya rêya di navbera Colemêrg-Çelê ya herêma Dêrava Qesran ê navçeya Çelê ya Colemêrgê pêk dianî xistine bin kontrola xwe û ev agahÎ parve kir: “Yekîneya dijmin ku demeke dirêj hêzên me xistin bin kontrola xwe roja 1’ê Hezîranê saet 20:30’an kir hedef. Hêzên me ji nêz ve bi giranî li yekîneya dijmin xistin. Di vê çalakiyê de e leşkerên payebilind hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Dibe ku hejmara kuştî û birîndaran zêdetir bin jî. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka balafirên keşfê û helîkoperên kobra kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Yekîneya me ku çalakî lidarxist bi saxlemî gihiştin baregehên xwe. Ji aliyê din ve artêşa TC’ê ya dagirker roja 21’ê gulanê li herêmên Tepê Reş, Tepê Vizik, Tepê Dûmanlî û Tepê Karargah ên herêma Kizil Kilîse ya navçeya Qaxizman a Qersê dest bi operasyonê kir. Li herêma Tepê Reş hêzên me yekîneya dijmin ku kemîn diavêtin xistin bin kontrola xwe û di çaroveya Pêngava Serfirazî ya Şoreşgerî roja 31’ê Gulanê saet 11:00’an çalakiya sabotajê lidarxist. Di vê çalakiyê de qasî hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.”

Li dijî Metîna û Xakûrkê êrîşên hewayî

Her wiha HPG’ê destnîşan kir ku balafirên şer ên artêşa tirk li dijî Herêmên Paratinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîne û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Roja 2’yê hezîranê saet 09:00’an balafirên şer bombe li Girê Şehîd Derwêş a herêma Xakûrkê barandin. Roja 3’yê Hezîranê balafirên şer bombe li Girê Hakkarî yê herêma Metînayê barandin. Di van bombebaranan de tu windahiyekî canî ya hêzên me çênebûn.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar