Gerîlayé HPG’é Hîva Yuksekbag (Zinar Azad) ê bi 3 hevalên xwe re di 7’ê Hezîrana 2018’an de li Amedê şehîd bû, duh li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat bibîranîn. Di merasîmê de dayika wî Guler Yuksekbag û gelek xizmên wan amade bûn. Di dema bîranînê de kêliyên hêstewar derketin holé.
Dayik Guler Yuksekbag di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew tu carî kurê xwe ji bîr nekiriye û dê her tim bi bîr bîne.
Dayik Yuksekbag behsa zarokatiya Şehîd Hîva kir û da zanîn ku Hîva hêj di zarokatiya xwe de pir zarokekî jêhatî bûye û ev tişt anî ziman: “Hîva di sala 1991’î de hat dinê. Bi rastî jî kesayetek zana û bi hêz bû. Her dem di dilê wî de hesretek hebû, ew hesreta wî ya ji bo bavê wî bû. Bavê wî 27 sal e di girtîgehê de ye û berî ku biçe dixwest bavê xwe bibîne, hesreta di dilê wî de dîtina bavê wî bû. Piştî çû 3 sal şûnde şehîd ket. Min wî ji bîr nekiriye kî ez wî bi bîr bînin. Ew her dem di dil, mêjî û bîra min de ye û bejna xwe li ber bîranîna wî û hemû hevalên wî ditewînim.”
Li ser heqîqetê dimeşe
Şehîd Hîva ku di malbatek welatparêz de mezin dibe, ew jî wek bi hezaran ciwanên Kurdistanê dilê wî her dem bî giyana şehîdan ve girêdayî ye, navê Zinar ku ji xalê xwe Zinar digire, li ser rêya heqîqetê dimeşe û dibe şopdarê doza xalê xwe û meta xwe Nuran. Berî ku biçe, li ser şehîdên Kurdistanê helbestekî dinivîse û wekî stranekî tîne zîman.
Helbesta Şehîd Hîva ya ku bi gotinên “Ez vê stranê di serî de diyarê xalê xwe Şehîd Zinar, hemû hevalên wî yên bi pê re şehîd ketîne û hemû şehîdên Kurdistanê dikim, dibêm şehîd namirin” dest pê dike wiha didome:
Wek tîrêja rojê şax da ser çiyan
Bi ciwanî hilda wan çekê giran
Te sond xwar bi xwîna şehîdan
Tu yê hildî tola hêsrê dayikan
Dil wek zinarek be wê bibe volkan
Dil wek zinarek be wê bibe çiya
Dil wek zinarek be wê bibe azad
Dil wek zinarek be wê bibe şehîd
Tu yî lewkê Rustem xwediyê gurzê giran
Tu yî rêhevalê Mazlum û Egîdan
Tu bûyî gulek û vekir ji bo Kurdistan
Tu ked kewanê şehîd û nemiran…
Malbata Yuksekbag jî wekî gelek malbatên Kurdistanê li dijî faşîzma dewleta tirk berxwedaneke mezin dane û di têkoşîna 40 salan de gelek şehîd dane. Di serîde bavê Şehîd Hîva, Abdurrakîp Yuksekbag, 4 birayên wî û hin xizmên wî demeke dirêj e di girtîgehê de ne. Berî ku bav Yuksekbag di sala 1993’yan de bê girtin, Şehîd Hîva hêj 2 salî ye û 3 zarokên malbatê ji hêla dayik Guler ve bi kedek mezin tên mezinkirin. Her sê zarokên malbatê jî wekî kurap û qîzapên xwe yên din, her dem çavên wan li rêya bavên wan dimîne.
Piştî Hîva di sala 2018’an de şehîd dikeve, bav Abdurrakîp Yuksekbag di sala 2019’an de li girtîgehê li ser kurê xwe Hîva helbestekî dinivîse. Helbesta ku bi ser navé “Bêyî te dil ne dil e” wiha dewam dike:
Bêyî te dil ne dil e
Nûra çavên min çû min têr nedî
Delalê hemû delalan çû û min têr nedî
Şahiya dilê min çû û min têr nedî
Axîn ji kezeba min çû û dîsa min têr nedî
Ez bêkes û dil şikestî mam piştî çûna wî
Bê ruh û tazî mam piştî çûna wî
Dil êş û dil dax mam piştî çûna wî
Xençer li kezebê bûne yar piştî çûna wî
Min pir dixwest lê min têr nedî kenê wî
Min pir dixwest lê mehrûm mam ji nêrînên wî
Ez feqîr û belengaz mam bêy dengê wî
Ez muhacir mam bêy dîtina wî
Pîştî çûna wî min ne dîn ma ne îman
Mi ne roj ma ji tav bûm éş û jan
Mi ne xew ma ji desté zebaniyan
û mi ne ken ma li ser lévan
Piştî çûna te min ne gul ma ez bêhn bikim
Min ne sebir ma ez fêm bikim
Min ne çav ma ez mêze bikim
Gelo bêy te birzoyê xwe ez ê çi bikim
Ez ê çi bêhn bikim piştî bêhna te
Ez ê bi çi şa bibim piştî kenê te
Ez ê ji çi hes bikim piştî delaliya te
Ez ê ji çi dil germ bibim piştî dilgermiya te
Hêvî û sebra min bûyî tu
Kenî û rubarê dilê min bûyî tu
Xweşmêr û egîdê min bûyî tu
Hawar û gaziya jiyana min bûyî tu
Tu bûyî qendîl û ronahiya giyana min
Kerbelaye bêy te hemû demên min
Qiyam û dojeh e bêy te jiyana min
Te çima min hişt û tu çûyî delalê min
Bêy te çok li min şikiyan lo
Bêy te çav li min rijiyan lo
Bêy te dilê min tev bû agir diherike lo
Bêy te xwînî û kezeb kul mam lo