Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Gerîlayên azadiyê 2 dagirkerên tirk ceza kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li rojavayê Zapê di çalakiyên sekvaniyê yên gerîla de 2 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên azadiya Kudistanê de daxuyanî da. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

18’ê cotmehê saet di 10:39’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

19’ê cotmehê saet di 11:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

19’ê cotmehê saet di 19:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse û teqemeniya ji 40 kîloyî ya dagirkeran hatin îmhakirin. Çalakiya ku hêzên me yên YJA Starê kirin, ji bo bîranîna fermandara me ya pêşeng a nemir hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hate lidarxistin.

Li Herêma Xakurkê;

18’ê cotmehê saet di 14:30’î de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Metînayê;

20’ê cotmehê saet di 10:20’î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê droneyek bi rêbaza sûîqestê hate xistin.

20’ê cotmehê saet di 09:30’î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên giran li dagirkrean hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat kirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

18 û 20’ê cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

20’ê cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

18, 19 û 20’ê cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Şehîd Şerîf 6 caran, li Herêma Garê qadên Sêdarê, Dêreşê, Zêvkê, Girê Kun, Pîrozana, Rêbînê, Girê Zengilê 12 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Bêşîlî 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18, 19 û 20’ê cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf, Şehîd Şerîf 7 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 13 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 4 caran; bi giştî 24 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar