Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Germahiya dijwar berê xwe da bakurê Ewropayê

Germahiya dijwar a li Ewropayê tîna xwe da welatên bakur. Li hin herêman ‘şevên tropîkal’ rû dan

Germahiya dijwar a li welatên Ewropayê tîna xwe da welatên bakur. Swêd, Norwêc û Fînlandiya ji ber germahiya zêde di rewşa alarmê de ne.

Estîtuya Hîdrolîk û Meteorolojiyê ya Swêdê ragihand ku ji destpêka hefteyê ve li gelek herêmên Swêdê ‘şevên tropîkal’ hebûn û got ku ev yek tê wê wateyê ku germahiya şevê daneket bin 20 pileyî.

Li bajarê Markusvinsa yê bakurê Swêdê roja înê germahî 34.8 pile bû û bi vî rengî gihîşt asta rekorê. Ev pileya germahiyê li Swêdê pileya herî bilind a vê salê ye.

Meteorolog Jon Jorpeland ji AFP’ê re axivî û got ku li bakur  ji sala 1945’an û vir ve germa herî zêde ye.

Enstîtuya meteorolojiyê ya Norwêcê jî ragihand ku li başûrê Norwêcê roja şemiyê li 20 deverên cuda ‘şevên tropîkal’ rû dane.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Dinyayê jî ragihand ku germahiya zêde ya li Ewropayê dê tîna xwe li Groenlandê bike, ev yek jî tê wê wateyê ku dê qeşa zûtir bihelin û her wiha li gorî texmînan, qeşa dê di asta rekorê ya sala 2012’yan de bihele.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar