Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Girtî li dijî tecrîdê 40 roj in li ber xwe didin

Girtiyên siyasî yên di girtîgehan de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê 40 roj in didome

Navenda Nûçeyan 

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger hatibû destpêkirin. Girtî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne û diyar dikin ku heta tecrîd rabe dê çalakiya xwe bidomînin.

Ji dema ku çalakî dest pê kir û heta niha 8 kom tev li greva birçîbûnê bûn û zextên li girtîgehan jî zêde bûne.

Rêveberiyên girtîgehê ji serdegirtina qawîşan heta cezayên dîsîplînê û qedexeyên ragihandinê hewl didin çalakiyê bişikînin lê girtî li ser biryara xwe ne ku çalakiyê bidomînin.

Çalakî belav dibe

Li Kampa Mexmûrê jî ji 18’ê Kanûnê û vir ve berxwedan didome. Li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê 19 roj in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê didome.

Li Kampa Lavrîo a Yewnanistanê jî çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Bi tevlêbûna TCŞ, TJKE û Navenda Çanda Kurdistanê komên ji 8 kesan pêk tên pêşengiyê ji çalakiyê re dikin.

Girtiyên MLKP’ê jî ji bo piştgiriya girtiyên PKK û PAJK’ê jî piştî 7’ê çileyê dê 5 rojan têkevin greva birçîbûnê. Girtiyên MLKP’ê diyar kirin ku bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

Her wiha li Kantona Kobanê jî bi heman armancî ji bo 7 rojan greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Kobanê di roja 3’yemîn de didome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar