
Hat hînbûn hevala Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hatin kuştin, Denîz Tepelî di 27’ê kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku bi Tepelî re li heman girtîgehê ye, ragihand ku Tepelî ji ber şahidiya wê nayê qebûlkirin û weke şahid nayê guhdarkirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û da zanîn ku şahidî û giliya Tepelî hatiye redkirin. STENBOL




