Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Girtiyê ku nexweşiya penceşêr û jana zarav lê ye bang kir

Girtî Mehmet Salih Fîlîz (23) li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê tê girtin. Ev demekî dirêje ku bi nexweşiyên penceşêr û jana zirav (werem) ketiye û ji ber van nexweşiyan jî rewşa wî ya tenduristiyê gelek xerabe ye. Fîlîz di hevdîtina bi telefonê ya heftane ya bi malbata xwe re qala rewşa xwe kir.

Fîlîz ji birayê xwe Şêxmûs Fîlîz re got ku rewşa wî ya tenduristiyê baş nîne û wiha domand: “Ji ber êş û herikîna xwîna ya zêde bi şev hewa min nayê. Di van demên dawî de ser hişê xwe diçim. Beriya şewba koronayê ez birim nexweşxaneyê. Ji wê rojê ve jî ez nebirim nexweşxaneyê. Diviya bijîşk bihatina lê nehatin. Derziya min a bi navê ‘emtîa’ qediyaye. Dema wê derbas bûye. Divê rêbazeke din ê dermankirinê bibînin ji ber ku derziya min qediyaye û nikarim biçim nexweşxaneyê. Ji ber şewbê ez di koma di bin rîskê de me. Ez nabêjim bila min berdin lê qet nebe mafê min ê dermankirinê pêk bînin. Roj bi roj rewşa min xerabtir dibe. Bila her kes dengê min bibihîze.”

‘Ev yek li dijî mafê mirovan e’

Bira Şêxmûs Fîlîz jî destnîşan kir ku divê birayê wî di zûtirin dem de bê dermankirin û wiha got: “Daxwaza wî daxwazeke însanî ye û divê bi cih bînin. Ji encamên neyînî rêveberiya girtîgehê berpirsiyar e. Mafê tenduristiyê yê girtiyan tê astengkirin. Ev yek li dijî mafê mirovan e. Me xwest ku qanûna înfazê ji bo her kesî wekhev bikeve meriyete. Lê belê wisa nebû. Hêvîdarim dê dadgeha destûra bingehîn biryareke baş bide û hemû girtî bên berdan.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar