Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Girtiyê nexweş Çetînkaya hat veşartin

Girtiyê nexweş Tahîr Çetînkaya ku duh li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Sîncanê jiyana xwe ji dest dabû, li Colemêrgê hat veşartin

Girtiyê nexweş Tahîr Çetînkaya ku beriya 8 mehan bi angaşta ku piştgiriya rêxistinê kiriye, li gundê xwe Tiyarê yê girêdayîna navçeya Çelê ya Colemêrgê hatibû binçavkirin û girtin, ji ber nexweşiya ûr duh li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Sîncanê  jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çetînkaya îro hat Colemêrgê. Rêveberên HDP’ê û xizmên Çetînkaya jî di nav de girseyeke mezin cenazeyê Çetînkaya li Geliyê Zê pêşwazî kir û bir li Goristana Solan a li taxa Simbil a navenda Colemergê veşart.

Kurê Çetînkaya Ubeydullah Çetînkaya piştî veşartina cenazeyê bavê xwe axaftineke kir û ev tişt anî ziman: “Neheqiyeke mezin li bavê min hat kirin. Dewletê neheqiyeke mezin li me kir. Li gel ku bavê min girtiyê nexweş ê giran bû jî bavê min ji girtîgehê dernexistin. Ji ber vê mirinê êşeke mezin bi me dan kişandin.”

Pismamê Çetînkaya Şahîn Çetînkaya jî derbarê pismamê xwe de ev tişt gotin: ” Tahir cihê vala girtin. Sûcê wî ew bû ku li gundê xwe dijiya û xwarin dida mêvanên xwe. Sûcekî wî jî tunebû. Jixwe ji ber piyê xwe berasteng bû. Li gel vê yekê jî dewletê neheqiyeke mezin li me kir û ew girt kir girtîgehê û bû sedema mirina wî. Tahir ji ber tewanbariyeke derew hatibû girtin. Me xwest li girtîgehê biçin cem lê destûr nedan me. Me ji dozgeriyê destûr xwest lê tenê hiştin kurê wî 5 deqeyan ew bibîne.”

Çetînkaya ku di 67 saliya xwe çû ser dilovaniya xwe 10 zarokên wî hebûn. Şîna Çetînkaya li Mizgefta Çetînlera hat danîn. COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar