Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Girtiyê nexweş kelemçekirî birin nexweşxaneyê

Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan carek din xera bû û destê wî kelemçe kirin û birin nexweşxaneyê. Di dîmenên hatine girtin de tê dîtin ku Ozkan bi zorê xwe li ser pêyan digire

Mehmet Emîn Ozkan 83’ê salî ye û ev 25 sal in girtî ye. Heta niha 5 caran krîza dil derbas kiriye û 4 caran jî anjiyo bûye. Nexweşiyên wek dil, tansiyon, guatra bijehrî, helandina hestiyan, nexweşiya gurcik û roviyan, zeîfbûn, dengnebihîstin û hişçûnûhatin û hê gelek nexweşiyên wî yên din pê re hene.

Rewşa girtiyê nexweş Ozkan ji meha gulanê ve her diçe xirabir dibe. Ozkan di navbera 17,18,19,20 û 25’an de bi giştî 6 caran rakirin nexweşxaneyê.

Herî dawî di 25’ê gulanê de rewşa girtiyê nexweş Ozkan giran bû û leşkerên girtîhegê kelemçe li destê wî dan, ketin milê wî bi awayekî destê kelemçekirî birin Newxweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê.

Piştî testên wî hatin kirin Ozkan li nexweşxaneyê bi textê razanê ve hat kelemçekirin. Di dîmenên li ber nexweşxaneyê hatine girtin de tê dîtin ku Ozkan bi zehmetî xwe li ser pêyan disekine û gavên xwe diavêje. Herdu destên wî jî ji pêş ve kelemçekirî ne.

Malbata Ozkan ji bo ku li nexweşxaneyê lê binêrin serî li Serdozgeriyê û Rêveberiya Girtîgeha Amedê da. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar