Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Girtiyê nexweş: Şert giran in û dibe ku ev axaftina min a dawî be

Girtiyê nexweş Ayhan Yilmaz li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê tê girtin. Yilmaz ev 2 sal in girtî ye û hem bêhna wî diçike û hem jî apneya razanê pê re heye. Yilmaz herî dawî bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Bavê Yilmaz, Îbrahîm Yilmaz têkildarî naveroka hevdîtinê axivî û got: “Weke rewşa girtiyên din ên nexweş, rewşa wî jî ya tenduristiyê giran e. Got; ‘Ji ber şewba koronayê di dema xwe de nayêm dermankirin. Jixwe zêde pêve eleqedar nabin. Ji ber vê jî rewşa min roj bi roj girantir dibe.’”

Yilmaz da zanîn ku dema ku kurê wî bi telefonê pê re diaxivî, her tim bêhna wî diçikiya û wiha domand: “Ev demekî dirêje ku bêhna wî diçike û nexweşiya apneya xewê pê re heye. Bijîşkên girtîgehê jê re gotibû ku divê hin tedawî lê bên kirin. Lê tevî vê jî nehat dermankirin. Bi zorê bi telefonê diaxivî. Her tim dikuxî û bi zorê bêhn digirt. Ji min re got; ‘Rewşa min giran e. Divê hûn ji bo her tiştî amade bin. Dibe ku ev bi we re axaftina min a dawî be.’”

Bang li rêxistinên civaka sivîl kir

Herî dawî jî bav Yilmaz ev tişt anî ziman: “Li girtîgehê binpêkirinên mafan zêde ne û her ku diçe zêdetir dibin. Şertên wan ên paqijiyê kêm in. Bi qanûna înfazê re me careke din dît bê ka li Tirkiyeyê hiqûq di çi astê de ye. Ev cureyekî îşkenceyê ye. Girtiyên nexweş derman nakin û bi aşkerayî terkî mirinê dikin. Em bang li rêxistinên civaka sivîl dikim ku bêyî dereng bibe, guh bidin wijdana xwe. Ger wisa nebe dê girtîgeh veguherin goristanan.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar