Zext, zordarî û êşkenceya li girtîgehan bi dawî nabe. Ahmet Kaya ku di sala 2014’an de li Colemêrgê hat girtin û 15 sal ceza lê hat birîn, di serdegirtina qawîşê ya li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê de ku di Çileya 2023’an de çêbû, ji aliyê komeke gardiyanan ve rastî êrîşê hat û di êrîşê de parxan û diranên wî hatin şikandin. Kaya ku 11 sal in girtî ye, piştî êrîşê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Dûmlû ya Erziromê hat kirin. Xwişka wî Kevser Kaya diyar kir ku birayê wê ji ber êşkenceya 2 sal berê li wî hatiye kirin hê jî bi xwe ve nehatiye.
Kevser Kaya diyar kir ku der barê êrîşa li hemberî birayê wê de heta niha tu tedbîr nehatine girtin û got ku birayê wê li şûna lêpirsînê were destpêkirin hatiye sirgûnkirin. Kevser Kayayê got: “Piştî êşkenceyê bêhna birayê min diçike, diranên wî nerihet dibin, hestiyên wî dihêlin û madeya wî xera dibe. Ev 2 sal in nexweşî her ku diçe girantir dibin. Ji ber tundiya ku li wî hat kirin, bijîşkan gotine ji bo parxanên wî yên şikestî baş bibin divê emeliyat bibe. Ji bo emeliyatê jî 250 hezar TL xwestin. Lê ji ber rewşa me ya aborî nebaş e me nikaribû bide û nehat dermankirin.”
Kevser Kaya anî ziman ku ji ber ku mafê wî yê tenduristiyê tê binpêkirin rewşa tenduristiya birayê wê roj bi roj xerabtir dibe. Kevser Kayayê got: “Ji ber parxanên xwe nikare bêhnê bistîne. Ji bo bêhnê bistîne dermanan bi kar tîne. Di heman êşkenceyê de diranên wî jî hatine şikandin. Ji ber rewşa aborî nikare diranên xwe jî çêke. Ji ber vê jî hestiyên diranên wî dihelin.”
Kevser Kaya diyar kir ku li girtîgehan li dijî hemû girtiyên siyasî zext û muameleya xirab tê kirin û got: “Ji bo dawî li êşkence û binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan were, pêwîst e her kes demildest bikeve nava liv û tevgerê. Sedema vê êşkenceyê nayê qebûlkirin. Divê dest ji tundiya fîzîkî û derûnî bê berdan. Bila her kes dengê me bibihîze. Em li bendê ne ku her kes ji bo dermankirina birayê min piştgiriyê bide me.”
Ahmet Kaya di hevdîtina dawî de ji ji malbata xwe re gotiye ku bila şandeyeke were girtîgehê hevdîtinê bi girtiyan re bike.