Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Girtiyek din jî li dijî tecrîdê çalakiyek fedaî pêk anî

Li Girtîgehan Osmaniyeyê girtiyê bi navê Siraç Yuksek li dijî tecrîdê çalakiyek fedaî pêk anî

Li Girtîgeha Osmaniyeyê girtiyê bi navê Siraç Yuksek bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek fedaî pêk anî.

Li gorî agahiyan dê cenazeyê Yuksek ku rakirina Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê, ji aliyê malbat û parêzeran ve bê girtin. Ji aliyê din ve hat hînbûn ku dê parêzer ji bo girtina agahiyên berfireh biçin girtîgehê.

6 kesan çalakiya fedaî pêk anî

Ji destpêka çalakiya grevên birçîbûnê ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin, heta niha 6 kesan bi çalakiyên fedaî dawî li jiyana xwe anîn.

Zulkuf Gezen di 17’ê adarê de li Girtîgehan Tîpa F a Tekîrdagê, Ayten Beçet di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam di 24’ê adarê de li Girtîgehan Tîpa T a Oltuyê û Medya Çinar di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û Yonca Akinci jî di 1’ê nîsanê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê bi armanca şermezarkirina tecrîdê çalakiyên fedaî pêk anîn.

Li bajarê Krefeld ê Almanyayê jî di 20’ê Sibatê de Ugur Şakar bedena xwe dabû ber agir û di 22’yê Adarê de jî jiyana xwe ji dest dabû. OSMANIYE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar