Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 16 Haziran 2025

Girtiyên li Antalyayê nayên tedawîkirin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Antalyayê diyar kir ku tevî rewşa giran a girtiyên jin ên ketibûn greva birçîbûnê jî, tedawiya wan tê astengkirin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê ragihand ku girtiyên ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa L ya Antalyayê ketibûn greva birçîbûnê, bi awayeke komî sewqî nexweşxaneyê tên kirin. Komîsyonê destnîşan kir ku tevî ku tehlîlên xwînê hatine girtin jî girtî nehatine dermankirin.

Komîsyonê diyar kir ku tehlîlên girtiyan li ser pêyan hatine girtin û bêyî ku bên tedawîkirin, bi wesayîtên rîngê paşve şandine girtîgehê. Komîsyonê têkildarî rewşa girtiyan jî ev agahî dan: “Rewşa girtiyên bi navên Gurbet Ozturk û Hacîre Çay ku li Antalyayê demekî dirêj di greva birçîbûnê de bûn, gelek xerab e. Ji rovîkên wan xwîn tê, devê wan birîn bûye û laşê wan jî adav girtiye. Bi wesayîta rîngê birin nexweşxaneyê, serûm nehatin girêdan û bêyî ku bên tedawîkirin careke din vegerandin girtîgehê. Girtî Ozturk dema ku tiştekî dixwe, divereşe. Her wiha ji me re got ku li qawîşa mehkûman a nexweşxaneyê bi kelepçekirî hatiye rawestandin.”

Herî dawî jî komîsyonê diyar kir ku ji bo girtî bên tedawîkirin, hewldanên wan berdewam in. ANTALYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar