Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Girtiyên li Girtîgeha Maltepeyê: Divê civak bêdeng nemîne

Şandeya Şopandina Grevên Birçîbûnê ya li Girtîgeha Maltepe girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevên birçîbûnê dene ziyaret kir, da zanîn ku girtî dixwazin civak, sazî û dezgehên heyî, di vê mijarê de raya giştî ava bikin

Şandeya Şopandina Grevên Birçîbûnê, çû Girtîgeha Sergirtî a Maltepe û girtiyên di greva birçîbûnê de ziyaret kirin. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolarî, Endamê Desteya Rêveber ê Odeya Bijîşkên Stebnolê (ÎTO) Mûrat Ekmez, Serokê Şaxa Anadolu ya SES’ê Erdal Guzel û Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe yên di şandeyê de cih girtin, xwestin bi girtiyan re hevdîtin bikin. Lê rayedarên girtîgehê, ji şandeyê re got, dê tenê destûrê bidin parêzerên di nava  şandeyê de cih digirin.

Şandeyê piştî hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re li ber girtîgehê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolarî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Me hevdîtin bi 5 girtiyên di grevên birçîbûnê dene re kir. Pirsgirêkên tenduristiyê yên 4 girtiyên di 5’ê çile de dest bi greva birçîbûnê kirin, dest pê kiriye. Girtî dixwazin daxwazên wan bên qebûlkirin. Heta ku daxwazên wan bên qebûlkirin, ev pirsgirêk dê çareser bibe. Girtî dixwazin civak, sazî û dezgehên heyî raya giştî ava bikin. Heta ku daxwazên girtiyan neyên qebûl kirin dê dest ji çalakiya xwe bernedin.”

‘Divê pêşiya şandeyên serbixwe vekin’

Serokê Şaxa SES’ê yê Anadolû Erdal Guzel jî diyar kir ku ew weke Şandeya Şopandina Grevên Birçîbûnê, çalakiyên grevên birçîbûnê dişopînin û wiha axivî: “Îro ji 5 hezarî zêdetir girtî di greva birçîbûnê dene û em nikarin hemûyan bişopînin. Em nikarin bi awayekê pergalê pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên di grevên birçîbûnê dene, bişopînin. Ji ber ku girtî tedawiyê qebûl nakin, divê rêxistinên tenduristiyê yên serbixwe vê pêvajoyê bişopînin. Divê derî li rêxistinên tenduristiyê yên serbixwe bên vekirin. Her kêlî dibe mirin û nexweşiyên cuda rû bidin. Ji ber vê, divê pêşiya şandeyên wiha bên vekirin, lêkolînên pêwîst bên kirin û bi raya giştî re bê parvekirin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar