Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

‘Girtiyên Şêladizê êdî wesiyetnameyên xwe jî dane malbatên xwe’

Rewşa tenduristî ya girtiyên Behdînanê û 5 çalakvanên Şêladizê ku di girtîgeha Hewlêrê de ne, xirab e. Hate gotin ku girtiyan wesiyetnameyên xwe dane malbatên xwe û li benda mirinê mane

Nûnerê girtiyên Behdînanê Ayhan Seîd têkildarî rewşa girtiyên Behdînanê û 5 çalakvanên Şêladizê yên di girtîgehê de, daxuyaniyeke nivîskî da. Li gorî ajansa Rojnewsê di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku salek û 4 meh e 5 çalakvanên Şêladizê li gel gelek girtiyên din ên Behdînanê di girtîgeha asayîşa giştî ya Hewlêrê de tên ragirtin û hat gotin ku bi rêya malbatên girtiyan bihîstine ku rewşa 5 çalakvanên Şêladizê xirab e.

Di daxuyaniyê de hat gotin yek ji girtiyan ji ber ku demeke dirêj e di greva birçîbûnê de ye, ji ser hişê xwe çûye. Her wiha hat diyarkirin ku girtiyan wesiyetnameyên xwe pêşkêşî malbatên xwe kirine û li benda mirinê mane.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rewşa girtiyan gelekî xirab e û divê çarenûsa wan were diyarkirin. Gelek binpêkirinên mafan li beramberî girtiyan tên kirin. Hêzên ewlehiyê îşkenceyê li wan dikin û dîmenên wan kişandine. Rê nadin parêzer wan bibînin. Di dema lêpirsînê de tevahî gotin û îfadeyên wan hatine guhertin û bi wan dane îmzekirin.”

Di dawiyê de jî bang li raya giştî, saziyên mafên mirov tê kirin ku li rewşa girtiyan bipirsin da ku bikarin li gel parêzerên xwe hevdîtin bikin û roja dadgehkirina wan were diyarkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar