Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 12 Haziran 2025

Girtiyên sirgûnî Sîncanê hatin kirin: Ewlekariya me nîne

Girtiyên ji Girtîgeha Tîpa F a Kirkkaleyê sirgûnî Girtîgeha Sîncanê hatin kirin, diyar kirin ku ji 2’yê cotmehê û vir ve bi hinceta vîrûsa koronayê xistine nava hucreyên yek kesî û ragihandin ku zexteke yekcar li wan tê kirin

Hat hînbûn ku ji 80 girtiyên di 2’yê cotmehê de bi hinceta ‘ewlehiyê’ ji Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê sirgûnî girtîgehên cuda hatine kirin, 25 ji wan birine Girtîgeha Sîncanê. Girtiyên ku sewqî Girtîgeha Sîncanê hatine kirin ji 2’yê cotmehê ve bi hinceta pandemiyê di hucreya yek kesî de tên girtin.

Bager Sayak û Azîz Aktaş ên sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê hatin kirin, bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Li gorî agahiyên Aktaş û Sayak ji malbatên xwe re ragihandine, di hucreya yek kesî ku lê dihatin ragirtin de kincên wan ên şexsî, ketil, pirtûk û rojname jî nedane wan. Sayek û Aktaş diyar kirin ku her şev bi ser qawişên wan de tê girtin û wiha gotin: “Ewlehiya canê me nîne. Gardiyan ji nîvê şevê heta serê sibê dewriye diavêjin û ligel sirûdan xebera ji me re dibêjin. Nahêlin em razin jî.”

Birayê Aktaş, Mahmût Aktaş têkildarî mijarê ev agahî dan: “Bi rastî jî rewş pir xedar e, heke li birayê min ev qas zext nehatibûya kirin, teqez ji me re parve nedikir. Em pir bi fikar in. Jixwe cezayên muebbetê dane, em ji van pêkanînên dijmirovahî pir bifikar in. Em dixwazin ew li gorî edalet û hiqûqê tevbigerin. Heke wiha nekin ez ê biçim girtîgehê û dest bi çalakiya rûniştinê bikim.”

Her wiha Aktaş got ku tiştên girtiyên ji Kirikkaleyê sewqî Sîncanê hatine kirin, nedane wan. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar