Dewleta Tirk a dagirker girtîgeh kirine cihên êşkence û binpêkirina mafên mirovan. Ji van girtîgehên zilma dewletê lê zêde bûye Girtigeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê ye. Girtî Ozgur Sevîm ê ku di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê de, 31’ê Gulana 2016’an girtin, cezayê muebeta girankirî û 15 sal ceza lê hatiye birîn.
Ozgur Sevîm bi rêya telefonê ve bi malbata xwe re axivî û bal kişand li ser binpêkirina mafan. Dayika wî Behiye Sevîm têkildarî mijarê ji Ajansa Welat re axivî. Behiye Sevîm diyar kir ku îdareya Girtîgeha Kirşehîrê guhê xwe li hemberî daxwazên girtiyan girtî ye û nêzîkatiya kêfî ya girtîgehê li hemberî girtiyan berdewam dike û got: “Kurê min geriya û dîsa got ku pirsgirêkên 22’ê Çileya 2025’an me parve kirin, nehatine çareserkirin û îdare dîsa bi kêfî nêzîkî me dibe. Ava vexwarinê hê jî zengarî diherike û ji ber vexwarina avê em hemû nexweş dikevin.”
Behiye Sevîm da zanîn ku tiştên ku ji kurê xwe re dişîne rêveberiya girtîgehê nade wan û wiha got: “Ev demeke dirêje kurê min cilan xwestibûn û min jê re cil şandibûn. Lê kurê min telefon kir û ji min re got ‘îdare wan cilan bi awayek kêfî nade me û dibêjin biçin kantîna girtigehê bikirin. Tiştên vir biha ne pênc qatên derve difiroşin me. Îdare nêzîkatiyeke pirr kêfî nîşanî me dide û em vê rewşa kêfî qebûl nakin. Heke pirsgirêkên av ê neyê çareserkirin em ê hemû nexwaş bikevin. Êdî ji niha şûn ve li vir çi bi serê min û hevalên min de bê îdareya Girtîgeha Kirşehîrê perpirsiyar e.”
Behiye Sevîm diyar kir ku ji bo mafên binpêkirinê dê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Malbatên Girtiyan bidin û got: “Divê demildest ev pirsgirêk bên çareserkirin. Êdî tu tehamula me nemaye û zarokên me hemû ji ber nêzîkatiya kêfî nexwaş dikevin.”