Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Greva birçîbûnê: Em Rêbertî silav dikin û dibêjin dem dema azadiyê ye

Rojda Yildiz a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin bi rêya hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re da zanîn heta ew bigihêjin armanca xwe dê çalakiya greva birçîbûnê bidomînin û got ku roj roja têkoşînê ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’î de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin, ev 168 roj in didome.

Girtî jî bi rêya malbatên xwe banga xwedîderketina ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê dikin.

Rojda Yildiz a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin bi rêya hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re anî ziman ku divê herkes xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin.

Rojda Yildiz bi rêya malbata xwe ev peyam ragihand: “Em destpêkê gelê xwe yê têkoşer û hevalên xwe bi rêzdarî silav dikin. Hûn dizanin ku çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Tirkiye û Kurdistanê hîn dewam dikin. Armanca çalakiya me ew e ku Rêber Apo di warê fizîkî de azad bibe. Gelê kurd dizane ku pêvajoya me derfet dît em têbikoşin bi saya fikir û îdeolojiya Rêber Apo pêk hatiye. Îro sîstema dagirker bi tecrîda li Îmraliyê dide meşandin dixwaze me ji felsefeya Rêber Apo dûr bixe. Lê belê em ê heta dawiyê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Heta em bigêhêjin armanca xwe em ê xwedî li çalakiya xwe derkevin. Divê di destpêkê de jin û ciwan xwedî li serhildana li girtîgehan derkevin. Ev tecrîd herî zêde bandorê li ser jin û ciwanan dike. Em têkoşîna Rêbertî silav dikin û dibêjin dem dema azadiyê ye, dem dema serkeftinê ye.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar