Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Greva giştî ya li Fransayê didome

Li Fransayê gel dîsa xwe amade dike ku li hemberî projeya reforma teqawitbûnê dest bi grev û çalakiyan bike. Serokwezîr Phîllîppe wê sibê bi xebatkar û kardaran re bicive

Li hemberî plana reforma teqawitbînê hikumetê di 5’ê Kanûnê de îtîrazek kiribû. Wê îro jî gelek grev û çalakî werin lidarxistin. Wê şîrketa trênê ya SNCF û şîrketa RATP’ê ya veguhêziya li derdora Parîsê dikin, li gorî greva giştî tevbigerin.

Ji xeynî konfederasyonên CGT, FO, FSU û Solîdarîesê ku bi milyonan endamên wan hene, yekîtiyên wekî CFDT, CFTC û Unsa jî tevlî biryara greva giştî bûn. Wê rêxistinên xwendekaran ên wekî MNL, UNEF û UNL jî tevlî grevê bibin. Di vê çarçoveyê de wê li gelek zanîngehan çalakî werin lidarxistin.

Ji ber grevê ji 5’ê Kanûnê û vir ve seferên metro û trênê yên li derdora Parîsê hatine ber sekinandinê û ev jî hikumetê ditengijîne.

Serokwezîr Phîllîppê yê ku ji ber bertekên xebatkaran tengijiye wê sibê bi sendîka û kardaran re bicive. Wê ji sendîkayan were xwestin ku ji ber Noelê û serê salê bila navberê bidin çalakiyên xwe. Tê diyarkirin ku sendîkayên çepgir ên wekî FO û CGT wê tawîzan nedin.PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar