Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 10 Ağustos 2025

Grûba Asoya Nû banga xwedîderketina li Şengalê kir

Grûba Asoya Nû bang li hemû partî û rêxistinên sivîl ên li Kurdistanê kir ku xwedî li Şengalê derkevin û piştgiriya wê bikin

Navenda Nûçeyan |

Grûba Asoya Nû têkildarî gef û planên li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya Grûba Asoya Nû wiha tê gotin: “Tevî hemû taybetmendî û hestyariyên Şengalê yên di warê ol, stratejîk, leşkerî û siyasî de Şengal beşeke ku ji mijareke ji mijarên siyasî ya gelê kurd. Li hemû parçeyan rû birûyî plan û komkujiyî û înkarkirinê tên.

Şengal piştî ferman, jenosîk û komkujiya bi destê DAIŞ’ê û dijminên gelê kurd  bi ser de hat, niha bihêztir xwedî li xwe derdikeve. Xwerêveberî û hêza xwe ya parastinê avakiriye. Lewma li başûrê Kurdistanê li dijî plangerî tên kirin. Tevî her tiştî li dijî vê îrade, xweserî û xwedîderketina şengaliyan a li xwe, li dijî xwestek û xwebirêxistinkirina wan bi xwe ye.

Em weke Grûba Asoya Nû bang û daxwazên xwe pêşkêşî hemû hêzen siyasî yên kurd û civaka sivîl a li Kurdistanê dikin ku piştgiriya ezmûn û îradeya Şengalê bikin. Tişta ku li Şengalê rû dide planekî li dijî gelê kurd, xweserî û îradeya xwerêveberiya li başûrê Kurdistanê ye.

Ji aliyê gelê kurd ve xwedîderketina li Şengalê divê awayek xurt pêk were û planên dagirkerên Kurdistanê pûç bikin.”

Grûba Asoya Nû xwe weke berdewama Grûba Wijdan pênase dike. Grûbek ser bi xwe ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar