Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Gund bi gund li ka û giya digerin

Li Colemêrgê, di zivistanê de ka û gihayê ji bo heywanan hatibûn berhevkirin qediyan û niha welatî nizanin dê çawa heywanên xwe xweyî bikin. Ji ber ku berf hê jî neheliyaye, hinek welatî gundî gund bi gund li giya û kayê digerin

Îsal li Colemêrgê zivistanê zû dest pê kir û hîn jî didome. Ev yek tesîr li sewalvaniyê jî kir. Gundiyên ku ka û giyayên wan qediyane, niha tiştek tune ye bidin heywanên xwe. Ji ber zozan qedexe ne û berfa li ser hinan jî neheliyaye, gund bi gund li giya û kayê digerin.

Tahsîn Yîgît ku li gundê Çemê Îsman 30 sal in şivantiyê dike, anî ziman ku zivistana îsal dirêj ajot û ji ber vê giya û kayê di kadînan de qediyane.

Yîgît anî ziman ku ji ber vê rewşê ew gund bi gund li ka û giya digeriyn û wiha got: “Her sal vî çaxî me heywan dibirin zozanan. Lê niha hîn jî ew zozan di bin berfê de ne. Gelek zozanên me jî hatine qedexekirin û em nikarin giyayê li wir bidirûn. Ji ber vê em mecbûrî ka û giya dikirin. Ev yek barê me giran dike. Em dixwazin qedexeya li ser zozanên me bi dawî bibe.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar