Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Gundiyên li herêma pevçûnê: Em li vir bimirin jî haya kesî jê çênabe

Şêniyên li gundên herêma Omeriyan ku têketin û derketina gundê wan hatine qedexekirin axivîn. Gundiya li ser zextên ku li wan tên kirin wiha gotin: “Em li vir bimirin jî haya kesî jê çênabe. Tîmên taybet dixwazin em pesnê wan bidin.”

Li Herêma Omeryan a di navbera navçeyên Nisêbîn û Mehsertê yên Mêrdînê de di 7’ê îlonê de tîmên taybet, leşker û cerdevan derketin operasyonê. Di navbera artêşa tirk û gerîlayên  HPG’ê pevçûn derket. Di pevçûnê de Midurê Şaxa Tîmên Taybet a Mêrdînê Tufan Kansuva û cerdevanek hatin kuştin. Piştî kuştina tîmê taybet û cerdevan Walîtiya Mêrdînê li gundên Cînata Miho û Cînata Hiso yên Nisêbînê û gundên Haciya û Yestê yên Mehsertê qedexeya derketina derve ragihand. Li herêmê duh jî pevçûnan dewam kir.  Gundiyan jî dan zanîn ku tîmên taybet û leşkeran zext li ser wan kiriye.

Şêniyên gundan diyar kirin ku piştî qedexeya derketina derve şewat derketiye û destûra wan nehatiye dayîn ku şewatê bitefînin. Şêniyan diyar kirin ku hêj li hin deveran dûman dikişe û ev du roj in ji herêmê bênavber dengê çekan bilind dibe. Gundiyan da zanîn ku bênavber helîkoptêr derdorê gulebaran û bombebaran dikin û nayê zanîn ku kîjan nokteya gulebaran dike. Gundiyan anî ziman ku ji ber ewlehiya canê wan nîne ew nikarin derkevin derve û wiha gotin: “Em nikarin li vir mal û milkê xwe bifikirin. Em li vir bimirin jî haya kesî jê çênabe.”

‘Kamerayê vedikin û dixwazin em bêjin destekê didin wan’

Yek ji şêniyên van gundan diyar kirin ku tîmên taybet bi ser malên wan de girtine û lêgerîn pêk anîne û heqaret li wan kirine. Welatî da zanîn ku tîmên taybet cerdevaniyê li wan ferz dikin wiha got: “Cerdevan leşkeran derî bi derî digerînin, dibêjin ‘ev mal PKK’yî ye û ew mal PKK’yî ye.’ Malbatên ku zarokên wan tev li PKK’ê bûne didin nîşandan. Bi riyên fermî bi tu awayî îfadeyên me nehatin girtin. Kameraya destên xwe vedikin û dixwazin ku em bêjin destekê didin wan. Dixwazin em bêjin ku operasyon bi piştevaniya gundiyan bi awayek serkeftî pêk tê.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar