Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Guven: Bi polîtîkayên şer pirsgirêk çareser nabin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 1’emîn Kongreya Awarte ya TUAY-DER’ê de bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û dest nîşan kir ku bi polîtîkayên şer pirsgirêk nayên çareser kirin

Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER) 1’emîn Kongreya Awarte, li salona Vedat Aydin ya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) a Amedê li dar xist. Parlementerên HDP’ê, Endam û reveberên KCD, HDP, TJA, OHD, MEBYA-DER’ê, Dayikên Aşitiyê, malbatên girtiyan û gelek saziyên civakî û welatî beşdar bûn. Li eywanê pankarta “Em bi germahiya roja ku bilind dibe têkoşîna xwe mezin dikin” daliqandin. Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir. Li salonê dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Zindanan” berz kirin. Ewil Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemergê Leyla Guven axivî. Guven diyar kir ku bi polîtîkayên şer pirsgirêk nayên çareser kirin û wiha got: “Bi salane zext û zor ser gelê kurd tê meşandin. Êdî gelê kurd bê ziman û bê statûbûnê qebûl nake. Ne li Bakur ne li Başûr. Ji bo vê yên ku berxwe didin avêtin zindanan. Lê berxwedan mezintir bû û berdewam kir. Li girtîgehan hêj zext berdewam dikin. Bila bizanin ku zindanan tu car paşve gav neavetiye û naavêje jî. Dîrok şahida berxwedana zîndanane. Di 12’ê Îlonê de çawa berxwedanek bêhempa çêbû li Esat Oktay paşve gav da avêtin, qada xweseriya cewherî û li Rojava çawa bersivek hat dayîn. Vê dema dawî jî li zindanan berxwedan çêbû.”

‘Wezîrê dadê hişyar kikin

Guvan anî ziman ku kes nikare berxwedana zindanan bide rawestandin û wiha axivî: “Em zilm û zordariya we qebûl nakin. Em wezîrê dadê hişyar dikin. Bila pirsgirêkên girtîgehan çareser bike û îşkenceyê bi dawî bikin. Bi pêşniyara çareseriyê ya ku Rêberê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan danî holê dê bi bingeha rêhevaltiya rast nêzîk bibin. Bi rêhevaltiyeke rast dikarin aşitiyê bînin.” Guven herî dawî soza piştevaniyê da girtiyan.

Piştî axaftinan bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Elîf Haran û Mehmet Emîn Guzel bûn Hevserokê TUAYDER’ê ya Amedê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar