Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Guven derneket hevdîtina bi keça xwe re

Keça Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 75 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, Sabîha Temîzkan da zanîn ku dayika wê îro derneketiye hevdîtinê

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 75’emîn de berdewam e. Rewşa Guven a tenduristiyê her ku diçe xerab dibe û ji ber rewşa heyî nekarî derkeve hevdîtina bi malbata xwe re.

Hat zanîn ku îro keça Leyla Guven, Sabîha Temîzkan ji bo hevdîtina bi dayika xwe re çû Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Der barê mijarê de Temîzkan axivî û da zanîn ku dayika wê derneketiye hevdîtinê. Temîzkan li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî mijarê peyamek parve kir û wiha got: “Cara yekemîn e ku dayika min derneket hevdîtinê. Kaxizeke bi nivîsa; ‘Li ser daxwaza xwe derneketiye hevdîtinê’ pê îmze kirine. Dayika min malava! Ka rehm! Divê ku pir xwestibe lê nakariye derneke. Îro 75 roj in birçî ye! #LeylaGuveniYaşatalim. Divê dayika min ne li girtîhê li meclisê be.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar