Helwesta hikûmeta AKP’ê

Ji Cotmeha 2024'an û vir ve di rojava Tirkiyeyê û Kurdistanê de hevdîtinên bi Rêber Apo re hene. Ev rojava ku siyaseta herêmê ji...

Ger HSD nûnertiya Kurdan nake, Hewlêr jî nake!

Li Şamê piştî ketina rejîma Baas û hatina HTŞ bi serkêşiya Ebû Mohemed El-Colanî, her kes bi baldarî dişopîne ka rewşa Sûriyeyê ber bi...

Çarşamba - 19 Şubat 2025

Guven: Hem me dikujin hem jî dibêjin em ‘xwişk û bira’ ne

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo sersaxiyê çû serdana malbata Emîne Aslan Aydogan ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû. Guven diyar kir ku mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin û wiha got: “Mirovên me li girtîgehan dikujin. Li ser van hemû tiştan jî dibêjin ’em xiwşk û bira ne’.”

Parlamentera HDP’ê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven, parlamentera HDP’ê Pero Dundar, Dayikên Aştiyê, rêveberên ji navçe û bajaran ên HDP’ê û heyeta bi wan re çûn şîna Emîne Aslan Aydogan a ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Rihayê jiyana xwe ji dest dabû.

Leyla Guven di şînê de axaftinek kurt kir û ev tişt anî ziman: “Bi hezaran girtiyên me li girtîgehan di bin zilma AKP û MHP’ê de ne. Ji ber ku xwedî li kurdîtiya xwe derketin cezayê girtîgehê li wan hatin birîn. Yan na tu zirara wan li kesî tune bû. Zirara Emîneyê jî li kesekî tunebû. Emîne ji ber ku girêdayî doza xwe ya kurdewariyê bû ceza dan wê. Me dikujin û dibêjin em ‘xwişk û bira ne’. Em vê ‘xwişk û biratiyê qebûl nakin’.”

Piştî axaftinê heyetê dîsa sersaxî ji bo malbatê xwest û derbasî şîneke din bû. Serdana heyetê bi dorpêça polîsan bal kişand. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar