Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Guven tehliye bû dê grevê bidomîne

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi ambulansê ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hate tehliyekirin. Hat zanîn ku Guven dê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam bike

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 8’ê mijdarê ve di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, îro di danişîna 5’emîn a doza xwe de hat tehliyekirin. Guven bi ambulansê ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hate tehliyekirin. Guven da zanîn ku dê çalakiya xwe berdewam bike.

Danişîna 5’emîn a doza hevseroka KCD’ê Leyla Guven îro li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Der barê Guven de îdiayên ‘Damezirandin û birêvebirina rêxistina çekdarî’, ‘propagandaya rêxistinê’ û ‘muxalefeta li dijî qanûna bi jimar 2911’ dihatin kirin. Danişîna ku tu kes tevli nebûbû de heyeta dadgehê biryara tehliyeyê da.

Li ser vê yekê di navde hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî, gelek parlamenterên HDP’ê, welatî û keça Guven Sabîha Temîzkan li ber girtîgehê kom bûn û xwestin ku Guven pêşwazî bikin. Leyla Guven bi ambulansê ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hate tehliyekirin û derbasî mala wê ya li taxa Bagcilar a Rezan a Amedê kirin.

Têkildarî mijarê Pervîn Buldan axivî û biryara tehliyeyê bi erênî nirxand. Buldan diyar kir ku dê Guven bibin mala wê û di heman demê de diyar kir ku dê çalakiya wê bidome. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar