Rêberê Gelan Abdullah Ocalan piştî demek dirêj di 28’ê Kanûnê de bi şandeya Îmraliyê ku ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk tên re hevdîtin pêk anî. Şandeyê piştre peyama 7 xalan a demokratîkbûn û aştiya civakî ji ji raya giştî re aşkere kirin. Dayikên Aştiyê yên Botanê ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin jî tekildarî pêvajo û hevdîtinan nerînê xwe ji Ajansa Welat re anîn ziman.
Ayşe Hezer diyar kir ku daxwaza wan pêkhatina aştiyeyê û ev tişt gotin: “Ji aliyekî ve hevdîtin pêk tên. Lê ji aliyê din vê jî êrîşên wan ên li ser Rojava neqediya ne. Ji aliyê din vê jî tecrîda li serSerokê me berdewam dike. Ji bo aştî û çareseriyek pêk were divê ew şer bi dawî bibe. Divê tecrîda li ser Serokê me rabe û ew ji girtîgehê derkeve. Bila deriyê girtîgehan vebe. Girtiyên siyasî bên berdan. Nasname û mafên me bên naskirin. Bi wî awayî aştî pêk tê û çareserî dibe.”
Kiymet Acar jî destnîşan kir ku ew di pêvajoya hevdîtinê de rêyedarên dewletê samîmî nabîninê û got: “Bila gavên xapînok neavejin. Hem qala aştiyê bikin û hem jî êrişî Rojava bikin çareserî pêk nayê. Heke tecrîd berdewam bike aştî pêk nayê. Heta tecrîd nayê rakirin û Serokê me bi awayekî azad li ser masayê rûnenê çareserî pêk nayê. Divê deriyên zindanan jî vekin. Heke ji dil bin divê van gavan bavejin.”