Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

HDK’ê Apê Mûsa bi bîr anî

Navenda Nûçeyan |

Komîsyona Çapemeniyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi daxuyaniyeke nivîskî rewşenbîrê kurd Apê Mûsa (Musa Anter) bi bîr anî.

HDK’ê di peyama niviskî de diyar kir ku ronîkirina qetilkirina Mûsa Anter her wiha tê maneya rakirina perdeyê ya li ser kuştina gelek nûçegihanan ên ji salên 90’î û vir ve.

HDK’ê di peyama xwe de got ku her ku nifş didin pey hev, Rêça Çapemeniya Azad qelema Apê Mûsa weke alayekê ji dest hev digirin.

HDK’ê diyar kir ku yên wiha difikirin ku wan Apê Mûsa kuştine di nav şaşîtiyekê de ne, ji ber ku fikir, îdeal, wêrekiya Apê Mûsa, di bîra wan kesan de yên alîgirê jiyanê, nirxên mirovî û dadmendiyê ne, bi rengekî zindî ye û da zanîn ku heta ev bîr hebe Apê Mûsa dê bijî.

HDK’ê destnîşan kir ku hê jî weke gelek kuştinên kiryar nediyar qetilkirina Apê Mûsa jî li hêviya ronîkirinê ye û ev tişt anî ziman: “Ronîkirina qetilkirina Apê Mûsa tê maneya rakirina perdeya kuştina gelek nûçegihanan ên ji salên 90’î û vir ve. Ji ber vê, bi qasî jiyandina ramanên Apê Mûsa, hesabpirsîna ji wan kesên ku ew qetil kirine, bûyîna parçeyek ji lêgerîna dadmendiyê jî berpirsyariya me her kesên mayî ye.”

Her wiha HDK’ê di dawiya peyama xwe de ev tişt got: “Ji bo kesên ku qîmet didin Apê Mûsa îsal xwedî maneyeke taybet e. Îsal her wiha em 100 saliya Apê Mûsa pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar