Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

HDP dê li dijî êrîşan li Amedê mîtîngê li dar bixe

HDP dê li dijî doza girtinê û êrîşan di 22’yê çileyê de li Amedê bi dirûşmeya ‘Em HDP’ê diparêzin’ mîtîngê li dar bixe

Rêxistina HDP’ê ya Amedê ji bo ragihandina mîtînga ku bi dirûşmeya ‘Em HDP’ê diparêzin’ di 22’yê çileyê de li Qada Îstasyonê li dar bixe, li avahiya HDP’a Yenîşehîrê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Komîteya Amadekar a Mîtîngê, Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn û rêveberên HDP’ê yên bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê HDP’ê Zeyat Ceylan bi bîr xist ku êrîşên desthilatê yên ser HDP’ê yên demên dawî de gihiştine asta herî jor û wiha got: “Bi hezaran hevalên me hatin girtin û binçavkirin. Her roj bi hincetên cuda partiya me tê krîmînalîzekirin. Desthilata AKP û MHP’ê ji bo desthilatiya xwe bi pêş ve bibe tenê partiya me weke asteng dibîne. Ji ber ku partiya me pêşenga têkoşîna demokratîk e. Dixwazin partiya me bigirin lê çi bibe bila bibe em ê xwedî li partiya xwe û xeta xwe ya siyasî derkevin.”

Nikarin pêşiya HDP’ê bigirin

Ceylan diyar kir ku di çarçoveya van hemû geşedanan de dê bi dirûşmeya ‘Em HDP’ê diparêzin’ mîtîngekê li dar bixin û wiha berdewam kir: “Em ê bi vê mîtîngê bibin bersiva êrîşên dijminane yên li ser gelê kurd û HDP’ê. Ew çi bikin bila bikin nikarin pêşiya HDP’ê bigirin. Ji ber vê yekê em dixwazin bi tevlibûna gelê me, rêxistinên sivîl ên civakî, parazvanên mafên mirovan a bi hêz a mîtîngê bibin bersiv.”

Em bi mîtîngê xwedî li vîna xwe derkevin

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn jî bang li gel kir ku bi tevlibûna mîtîngê xwedî li vîna xwe derkevin û wiha got: “Mîtînga me dîsa wê bibe mîtînga ku dixwaze mafê jinan biparêze, mafê mirovan biparêze, dixwaze bibe dengê zindanan. Ez herkesê vedixwînim mîtînga me ku van daxwazan bînin ziman û bibin bersiva êrîşa li ser gelê kurd.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar