Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Temmuz 2025

HDP-Partiya Çepên Kesk: Cejna tevahî misilmanên demokratîk pîroz be

HDP û Partiya Çepên Kesk got ku: “Cejna Remezanê bila bibe wesîleya aştî, biratî, wekhevî û azadiyê. Em di wê baweriyê de ne ku em ê vê cejnê di 14'ê Gulanê de dubare bijîn."

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Hevserokên HDP’ê û Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ve hat dayîn de hat gotin, “Em vê Cejna Remezanê ji aliyekî ve di bin siya êşên mezin, krîzên giran, birçîbûn û xizaniya li ser civakê tê ferzkirin de, li aliyê din li ser peravê guherîn û veguhertinê, cejnên rasteqîn û hêviyên mezin dibin pêşwazî dikin. Alîyekî me di şîna bêdawî de ye, aliyê me yê din jî bexçeyê biharê ye, cejna bêdawî ye. Em bi deh hezaran kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Divê em di çarçoveya soz û dilsoziya bi bîranînên wan re guherîneke rasteqîn pêk bînin. Niha li dijî dîwarên ku tê xwestin di navbera me de bên avakirin, dem dema hevgirtin, xwedîderketina hev û hemêzkirine. Em ê birînên xwe bi hev re bipêç in, em ê hêvî û kêfxweşiyê bi hev re mezin bikin.”

Di daxuyaniyê de ev peyam jî hatin dayîn:

“Bi wesîleya vê cejnê em bang li hemû gelê xwe dikin ku dijî desthilatdariyê, hesta hevgirtinê ya ku di erdhejê de derketiye holê mezin bikin û di 14’ê Gulanê de veguherînek rasteqîne pêk bînin. Em dikarin 14’ê Gulanê ji bo vê xak û gelê xwe bikin cejnên herdemî.

Em careke din Cejna Remezanê li gelên xwe pîroz dikin; Em dixwazin cejn bibe wesîleya aştî, biratî, wekhevî û azadiyê. Em di wê baweriyê de ne ku em ê vê cejnê di 14’ê Gulanê de dubare bijîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar